Artêşa Tirk a dagirker di heman demê de nuqteyên hêzên Erka Xweparstinê yên li bajarokê Şêxlera Jêrîn û nuqeteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (MLM) topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li Cerblusê bi cih bûne xetên Sacûr a Minbicê û herêmên nêzî bajarokê Şêxlera Jêrîn topbaran kirin. Çeteyan topên hawanê û doşka di topbarana xwe de bi kar anîn.
Di heman demê de çavkaniyan destnîşan kir ku li gundê El-Emrane yê beranberî bajarokê Şêxler tevgera Artêşa Tirk zêde bûye.
Bajarokê Şêxlera Jêrîn li rojhilatê Çemê Firatê bi mesafeya 30 kîlometreyan dûrî bajarê Kobanê ye. Artêşa Tirk a dagirker bajarê Cerblusê ku beranberî Şêxler li rojavayê Firatê dagir kiriye.
Beriya niha jî Artêşa Tirk çend caran bajarok topbaran kir, û mal û milkên welatiyan wêran kir.
ANHA/KOBANÊ