Artêşa Tirk a dagirker zarokên herêma Şahbayê bi rêya propagendeyan û pereyên zêde tevlî çeteyên xwe dike. Di heman demê de dagirkeriya Tirkiyê hewl dide ku tabûrên ku destekdayîna xwe ji Emerîkiya digre li herêmê tesfiye bike.

Çavkaniyên herêmî ji bajaroka El-Raî ya girêdayî herêma Şahbayê, ji ajansa ANHA re ragihand ku  artêşa Tirk a dagirker zarokên ku temenê wan di bin 18 salî de, tevlî nava çeteyên xwe dike. Çavkaniyan da zanîn ku koma çete ya bi navê Sultan Murad a girêdayî MIT`ê Tirkiyê, dest bi hemleya tevlîbûna zarokan a nava çeteyên Tirkiyê kiriye.

60 zarokî perwerde dikin

Heman çavkaniyan da xuyakirin ku artêşa dagirker a Tirk zêdetirî 60 zarokî ji kampa Kils a li ser sînor, kampa Seco û bi dehan zarokên din tevlî nava çeteyên xwe kirine. Çavkanî anî ziman ku artêşa Tirk bi propagendeyê malbatên zarokan dixapînin û dibêjin wê mehê 150 dolarî bidin wan.

Heman jêderî ragihand ku yek ji zarokên tevlî çeteyên Tirkiyê bûye, kurê Edhem Eqîl ê ji gundê Eyaşe yê herêma Babê ye. Di wêneyên zarokan ku çek di destê wan de hene û cilên leşkerî li xwe kirine û di heman demê de îşareta “Gur” ku ev sembola faşîstên MHP`ê tê naskirin bilind kirin, de bi kar anîna zarokan li ber çavan e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker beriya  niha jî ciwanên Sûriyê yên li Tirkiyê tevlî nava xwe kirin û hejmarek mezin ji wan şandin eniyên mirinê yên li Sûriyê. Dewleta dagirker bi vê yekê dixwaze projeya xwe bi rêya  çeteyên xwe li Sûriyê pêk bîne. 


 ŞAHBA