Heger gotin di cih de be, êdî ti eskerekî dewleta Tirk nikare tenê gavekê ji tirsa çalakiyên gerîla bavêje derveyî qereqolan. Di van demên dawî de çalakiyên gerîla di asta herî jor de ne. Her çend medyaya şerê taybet a dewleta Tirk ji bo temenê mayî yê Erdogan gelekî di nava hewldaneke mezin de be jî, lê belê rastiya li ser erdê tiştekî din e. Di bin wê hewar û heyahaya bê wate de di rastiyê de tiştekî bi navê dengê rojên dawî yên artêşa Tirk tineye. Artêşa jihevdeketî rojên xwe yên dawî bi zora pere, tank û topan diceribîne. Rojek nîne ku her seatê carekê ji balafirgehan balafirên şer ranebin û her carê jî bi dehan bombe li çiyayên Kurdistanê dibarînin. Roj nîne ji qereqolên li ser sînor topxane di dewrê de nebin û topbaranê nekin. Roj nîne artêşa Tirk li hember çalakiyên gerîla kuştî û birîndaran nedin. Ev tenê li Bakûrê Kurdistanê wisan e. Îja li Başûr û Rojava jî hêzên Tirk yekser yan ne yekser di nava şerekî li dijî bi Kurdan de ne. Xwe di kirasên cûr bi cûr de gurç û pêç dike û wisa bi ser Kurdan de tê. Plan ew e ku bi vê artêşa harbûyî, artêşa hewayî qira Kurdan bînin, ev gelekî eşkere û zelal e. 

Di ti şerekî de tiştek bi vî rengî tineye. Hemû sermayeya welêt diçe şer, ji ber ku heger ev şer nemeşe, ev hikûmet jî nikare deqeyekê li ser piyan bimîne. Hewl tê dayîn hemû civak jî li gorî vî şerê taybet were birêxistinkirin û ragirtin. Bi zora şer, Erdogan li ser piyan dimîne. Şer wek ku di çapemeniya xwe de didin, nîne. Ez ê çend nimûneyan bidim ku li qadên parastina Medya û qadên Bakurê Kurdistanê qewimî ne û weke agahî ji fermandariya wan herêman hatine wergirtin. Wek mînak li herêma Bagokê li Bakurê Kurdistanê balafirek keşfê cihê du gerîlayan tespît dike. Bixwe destpêkê bi çeka li ser hatiye montekirin, lê dide. Du gerîla xwe diparêzin. Balafirên şer tên û wê herêma du gerîla lê, bombebaran dikin. Encamê nagirin. Du balefirên keşfê yîn Heron bi hevre digerin. Lê nikarin wan du gerîlayan tesbît bikin. Dîsa ji qereqola nêzî wê herêmê, bi beşdariya fermandarê qereqolê operasyonek berfireh tê destpêkirin. Beriya wê bi caran Kobra ji hewayê ve bombebaranê dike. Leşker û fermandarê qereqolê ji bo cesaretê bide leşkerên xwe yên bi pere, bi xeyalên ku ew gerîla îmha bûne, dest bi êrîşa dikin. Lê belê her du gerîla hê jî bi qehremanî li ber xwe didin û wan leşkeran dixin kemînê û gelek ji wan bê ku bizanin rastî çi hatin, tên kuştin. Her du gerîla bi silametî ji cihê şer derdikevin û wisa kirinên dijmin pûç dikin. 

Çapemeniya şerê taybet jî sibê heta êvarê nûçeya wê ku eskerên wan qaşo qehremantî kirine û bi operasyoneke mezin gelek gerîla şehîd kirine, derewan derbarê bûyerê de li ser hev dikin. Mînakên bi vî rengî gelekî zêde ne û her roj bûyerên bi vî rengî di qadên şer de diqewimin. Balkêş e, her carê Erdogan dibêje wê kêliyek şevê li cihekî derbikeve, lê berovajî wê her şevê ji nişka ve gerîla bi ser eskerên wî de digire. Ji bo van binketinan veşêre jî tenê dikare ji ezman ve biçe ser gerîla. 

Wek berê êdî eskerên Erdogan ku tenê hebûna xwe bi wan ve daye girêdan, di bejahiyê de şer nakin. Bi desteka zêde ya keşif û balafirên şer, tank û topan bi ser gerîla ve tên. Li xetên li ser sînorên Başûr û Bakûrê Kurdistanê jî rewş bi heman şêwazî ye. Li Xeregol û xeta Şemzînanê destanên qehremantiyê hatin nivîsandin û tên nivîsandin. Li wan herêman li gorî agahiyên em digrin, tevgera 4 balafirên keşfê tim û tim, bi şev û roj dewam dike. Balafirên şer bê navber û hewan û top li ser wan herêman kêm nabim. Û balkêş e cihên ku herî zêde gerîla lê çalakiyên bi bandor dikin ev herêm in. Di bin 4 balefirên keşfê de û di bin ewqas tevgera hewayî de heger mirov li gorî şertên şer jî bifikire, dibe ku gelek kes bibêjin ne gengaz e. Lê gerîlayên Kurdistanê jixwe tişta ku li ti devera cîhanê neqewimiye, rastiyek afirandiye û ji ber vê, gerîlayên serdema azadiyê ne. Vîna gerîla ye ku di bin her şert û mercan de, di şertên herî zehmet de şer û têkoşînê dike. Ew qehremanên şertên herî zehmet in. Îsbat kirine ku hêza baweriyê dikare teknolojiya herî bipêşketî jî pûç bike. Gerîla vê berxwedanê bi çekên sivik ên di destê xwe de dikin. Di bin çend balafirên keşfê de êrîşbirina ser çend girên dijmin û bi bandor lêdan, nimûneya wê di ti serdemê de nehatiye dîtin. Esker newêrin êdî serê xwe ji qereqolan jî derxin. Hêza teknîkê jî nikare li pêşiya gerîla bibe asteng, ji bo wê jî divê êdî patika xwe bixwurînin, li dagirkeriya xwe li Kurdistanê mukur werin û ji Kurdistanê derkevin. Pişta xwe bi teknîkê germ kirine, ê baş e! Gerîla wê jî pûç dike, êdî di bin çend keşfan de jî darban dixwin. Ya herî baş ew e ku deriyê qereqolan mifte bikin û vegerin malên xwe. Naxwe, wê di wir de jî asê bimînin û êdî nekaribin derkevin derve. Dibe ku sibe, dusibe gerîla rêbazên dewlemendtir jî li hemberî wan bi kar bîne, jixwe, wisa jî xuya dike. Ger Kurdistanê bi cih nahêlin, wê çaxê bila li benda surprîzên gerîla jî bin!