Artêşa Xwişkan tê ser platformên online
Maya Sansa yek ji aktrîstên sereke yên filma Artêşa Xwişkan (Soeurs d’Armes) e. Film wê di demeke nêzîk de li ser platformên online be û bi vê minasebetê Maya Sansa behsa serpêhatiya filmê dike û dibêje, ka wê çawa tê de cih girtiye. Di filmê de Maya Sansa bi rola jineke partîzan a Îtalî radibe.
Ji ber ku dûrî rastiya şervanên Kurd û bi klîşeyên Hollywoodê hatibû çêkirin, gelek rexne li filmê û senarîst û derhênera wê Caroline Fourest hatin girtin, lê film ji aliyê dewleta Tirk ve hat qedexekirin. Jixwe, ji ber ku roja ku dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê hat destpêkirin, film jî li sînemeyan hatibû nîşandan û dewleta Tirk gelekî aciz kiribû.
Dayika Roj
Di filmê de Dîlan Gwyn (berê Dîlan Kotan) bi rola Zara radibe, jineke Êzîdî ya ku ji DAIŞ’ê xwe xilas dike û tevlî nav refên YBŞ’ê dibe. Piştre jî dikeve nav koma înternasyonalîstên jin. Ha Maya Sansa jî di nava vê koma înternasyonalîstan de ye û navê wê jî Dayika Roj e. Tevahiya nûçeyan Maya Sansa weke Îtalî didin nasîn, û dibêjin, ji ber ku Îtalî bû ev rol danê, lê belê bavê Maya ji Îranê ye, dayika wê Îtalî ye.
Yek ji sedemên sereke yên rexneyên Kurdan jî ev e: tevî ku rola YPG û YPJ’ê tê zanîn, tevî ku alayên YBŞ’ê di filmê de jî xuya dikin, navê wan nayê hildan. Aliyê Kurd ev rexne li filmê gelekî anîbû. Axir hê dema ku film nû ketibû sînemê, ji ber şewba koronayê nekarî bê nîşandan. Niha jî film wê li ser platformên sereke yên înternetê bê nîşandan.
Yek ji rexneyên li filmê jî ew bû ku weke filmeke aksiyonê ya Hollywoodê hatiye çêkirin. Maya Sansa ji vî aliyê filmê razî bûye. Bi ya wê diviyabû pêşî li ser ekranên sînemê bihata nîşandan da ku ev aliyê aksiyonê “harîqulade” bûye, lê şewbê nehiştiye. Jixwe navê filmê bi temamî, Operasyona Marê Sor: Artêşa Xwişkan e û qismê pêşî yê navî jî îşaret bi vî aliyê aksiyon ê filmê dike.
Şervanên jin ên Kurd qehremanên roja me îro ne
Piştî ku jê pirsîne ka ew ê rola Dayika Roj di filmê de bike, ew wisa behsa razîbûna xwe dike, “Rastî, derhêner Caroline bû û li ser şervanên jin ên Kurd bûn. Demeke dirêj bû ew mijar li ber dilê min bû. Ez wan weke qehremanên roja me ya îro dibînim. Şerê li dijî fanatîzmê, ji bo wekhevî jin û mêran, û ji bo serxwebûna wan bixwe, hemû fikrên min in jî.” PARÎS