Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo der barê destketiyên hêzên YPG/YPJ’ê yên li Kobanê û deverên din de, rola hêzên YPG’ê di çareserkirina aloziyên li Sûriyeyê û têkilya YPG’ê bi komên din ên opozisyona Sûriyeyê re pirsên ANHA’yê bersivandin.


Hûn destketiyên Kobanê çawa dinirxînin?

Destkeftiyên di Kobanê de ku hêzên me bi destxistine dîrokî ne, em Karin bêjin ku di Kobanê de dîrokê xwe ji nû ve nivîsandiye û bi vê yekê gelek aliyên rastîn ên berxwedana Koabnê hene. Ji aliyekî de gelê Kurd di vê herêmê de rewşeke hesas jiyan dikir û bi rizgarkirina Kobanê re rewşeke nû derketiye hole. Bi vê yekê jî hemû planên li dijî gelê me dihate meşandin têk çûn. Di heman demê de hemû hemû tiştên ku neynî bûn kirin erênî. Destkeftiyên Kobanê ne tenê ya gelê Kurd e, lê belê destkeftî ya hemû pêkhateyên Sûriyeyê û Rojhilata Navîne ya li dijî terorîstên DAIŞ û hemû hêzên tarî ye.


Hêzên we di demeke kurt de mezin bû û pêş ketin. Ev yek bûye sedema pirsên çavêdêran?

Hêzên me li ser esasê parastina cewherî ya gelê Kurd di Sûriyeyê hatiye avakirin. Armacna me derketina li dijî hemû xetriyên ku gelê me pêr rû bi rû dimîne. Di vê çarçoveyê de me gelê bi pêwîstiya hebûna hêzeke serbixwe ku bingeha xwe bispêre hêza gel da naskirin. Hêza me ji hemû aliyan ve xwe dispêre hêza gel û heta niha em di wê çarçoveyê de berdewamin. Her ku hêzên me bi ser ketin piştgiriya gel a aborî û menewî zêde bû. Bi rastî em dikarin bibêjin ku hêzên me heta niha tu alîkariya leşkerî bi awayekî fermî ji tu aliyan ne wergirtine. Di pêşî û dawî de jî em hêza xwe ji hêza gelê xwe werdigirin, enerjî û hêza me hêza gelê me ye. Di Sûriyeyê de peydakirina çekan ji sûkên reş pir hêzan bû ye.


*Çi rastiya idayên ku dibêjin têkiliya we bi rêxistinên Kurdistanî ve heye, hene?

Em hêzeke serbixwe ne, girêdana me bi parastina gelê Kurd li Rojava û Sûriyeyê re heye. Helwesta me jî parastina Rojava ji hemû êrîşên dijminan e, li ser vî esasî em erka xwe ya têkiliya bi hemû hêzên netewî ku baweriya wan bi Sûriyeke demokratîk tê, dînin. Em bi awayeke eşker û vekirî dibêjin têkilya me bi tu rêxistinên siyasî ku siyasetên wan derveyî çarçoveya Sûriyeyê ve nîne. Bi vê yekê ez hemû rêxistinên Kurdistanî û herêmî armanc dikim. Tevlî ku gelek alî her dem di nava hewldanan de ne ku me hin aliyan ve girêbidin, lê di rastiya xwe de em bi wekî hev Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî di nav de li hemû aliyên Kurdistanî dinerin.

Her dem hêzên me pitgiriya yekîtiya gelê Kurd dike û hemû gavên di vê çarçoveyê de hatin avêtin me silav kirin. Dema em van gotinên li jor dibêjin neyê wê meneyê ku em rol û piştgiriya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê di hemû aliyan de bi şoreşa Rojava û bi taybet destkeftiyên Kobanê ji nedîtî ve dibînin.Helwesta gelê Kurd di parçeyên din ên Kurdistanê de cihê rêzdarî û rumetê ye, piştgiriya wan a ji şoreşa Rojava ne kêmî serkeftina Kobanê ye. Tevlîbûna hêzên pêşmergeyam do nerxwedama kobanê de cihê rêzgirtinê ye. Her wiha serhildana gelê Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî cihê rêzgirtinê û em wan silav dikin.


Hûn rola cîranên Sûriyeyê û bandroa wan di çareserkirina aloziyên Sûriyeyê de dinirxînin?

Bê guman, em dixwazin ku têkiliya me bi hemû welatên cîranên Sûriyeyê başbe û her dem baş bidome. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk pêwîstiya me bi alîkariya hemû aliyan heye


Têkiliya we bi hêzan di hundirê Sûriyeyê wekî Artêşa Azad û tabûrên din re di çi astê de ye?

Di çarçoveya avakirina Sûriyeke demokratîk de hêzên me gelek têkilî û peyman bi tabûrên Artêşa Azad ên ku baweriya wan bi Sûriyeke pêşerojê ya demokratîk heye, danîn. Têkiliya me bi awayekî yeser bi van aliyan re heye, em her dem di nava hewldanan de ne ku têkiliya me di hemû aliyan de be û ji bo xizmeta gelê Sûriyeyê pêşdetir her in. Gelê Sûriyeyê ku ev çend sal in talan û wêraniya jiyan dike, hêjaye bighêje jiyaneke azad û bi rumet, em di wê baweriyê de ne ku hêzên me bûne xwedî tecrubeyeke mezin, em ji bo avakirina artêşeke niştimanî ya Sûriyeyê ku parstina hemû gelê Sûriyeyê amade ne. Em amade ne hemû hêza xwe bixin xizmeta vê yekê.


NAVENDA NÛÇEYAN