Fermandarê efsanewî Mahsum Korkmaz (Egîd) ku di 28’ê Adara 1986’an de jiyana xwe ji dest da di 30. salvegera şehadeta xwe de û pakrewanên meha Adarê jiyana xwe ji dest dayî, bi minasebeta Hefteya Qahremaniyê navçeya Efrînê Bibilê û  Girê Spî hatin bibîranîn.

Di civînê de Hevserokê Meclîsa Navçeya Bilbilê Aslan Reşo, Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Harûn Diyar, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Şefîqa Silêman û li ser navê Kongreya Star Gulê Mehemed axivîn.

Di axaftinanan de bahsa têkoşîna Mahsûm Korkmaz hate kirin û hat gotin ku Mahsum Korkmaz heta kêliya dawiyê ji bo doza gelê xwe têkoşîneke bêhempa daye meşandin, îradeyeke ji pola afirandiye û artêşeke mezin ku têk naçe ava kiriye.


‘Em hemû li ser riya wî dimeşin’

Fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) li Girê Spî jî ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve hat bibîranîn.

Di merasîmê de Fermandarê YPG’ê Çiya Kobanê axivî. Kobanê di destpêka axaftina xwe de di şexsê Têkoşer Egîd de hemû  têkoşerên azadiyê bi bîr anîn û wiha domand: “Mahsûm Korkmaz Fermandarekî Leşkerî bû û em  hemû li ser riya wî dimeşin. Heta serkeftinê em ê li ser riya wî bimeşin.”

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.


 ANHA/EFRÎN/GIRÊ SPÎ