Li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser zimanê Kurdî û Kirmanckî her çiqas diçe zext û zordarî zêde dibin lê di aliyek din de jî ji bo vê yekê bi zimanê Kirmanckî û Kurdî xebatên çandê jî didomin. Koma Arêyê Kay (Aşê Lîstikê) ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşîne û xebatkarên komê lîstikên xwe yên şanoyê her tim bi zimanê Kirmanckî dinivîsin. Zimanê Kirmanckî di raporên UNESCO’yê de di nava zimanan de wekî zimanê ku ber bi tunebûnê ve diçe tê nîşandan. Yilmazcan Şare ku derhenêrê çandê ya Koma Arêyê Kay’e destnîşan kir ku niha zimanê me yê Kirmanckî ber bi tunebûnêve diçe ji ber wî jî divê gelê me li hemberî polîtîkayên dewletê yên qirêj derkevin û xwedî li nirxên xwe û zimanê xweyê dayikê derkevin.
Xebatên ji bo ziman
Koma Arêyê Kay (Aşê Lîstikê) bi pêşengiya derhenêr Yilmazcan Şare li navçeya Stenbolê Bakirkoyê hat avakirin. Koma Arêyê Kay ji pênc kesan pêk tê û bo xwedîderketina zimanê Kirmanckî ku ber bi tunebûnê ve diçe vî komê ava kirine. Koma Arêyê Kay du meh berê bi lîstîka ‘Xirmaçek (Mafê Çav)’ li Atolyeya Çandê ya Ahaliyê derket pêşberî temaşevanên xwe û di meha çileyê de her tim li navçeya Stenbolê Sultangaziyê li kolana Gaziyê roja şemiyê derdiket pêşberî temaşevanên xwe. Damezrînêrê komê û derhenêrê komê yê çandê Yilmazcan Şare bi lêv kir ku lîstikên wan ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tên û ev jî wan kêfxweş dike. Şare destnîşan kir ku xebatên wan ên çandê li navçeyên cuda yên Stenbolê û bi piranî jî li navçeyên ku li wir Kirmanc zêde ne xebatên xwe dimeşînin û wiha pêde çû: “Divê mirov dewlemendiya zimanê xwe bizanibe û her tim zimanê xwe li hemberî asîmîlasyonê û înkarê biparêze û bi awayeke aştiyane jiyana xwe bi zimanê xwe bidomîne.”
Ziman jiyan e
Şare da zanîn ku zimanê dayikê bo mirov jiyan e û wiha pêde çû: “Çawa em zimanê Tirkî û zimanên din înkar nakin, rêzê nîşanî wan didin û diparêzin divê Dewleta Tirk jî li hemberî zimanê me polîtîkayên qirêj nemeşîne û bi awayekî heses ew jî wek me bi awayeke aştiyane lê mêze bike û tev bigere. Îro zimanê Kurdî û Kirmanckî bo me wekî jiyana me girîng e û em ê her tim zimanê xwe li hemberî polîtîkayên qirêj biparêzin.”
Şare diyar kir ku ziman bo hemû gelan girîng e û wiha pêde çû: “Êdî divê kesên hunermend, şanoger, derhenêr, siyasetmedar û gel ev tirs ji ser xwe biavêje û xwedî li jiyanê xwe û nirxên hezar salan derkeve. Daxwaziya koma me ew e ku di demên pêş de bo pêvajoya çareseriyê her kes destê xwe bike bin kevir û xwedî li doza xwe derkeve. ”
STENBOL