Akademiya Şehîd Çîlo ya Perwerdeya Hêzên Asayîşê dewreyeke nû bi dawî kir. Ji dewreyê 38 endamên Kurd û Ereb ên Kantona Efrînê di nava mehekê de perwerde bûn. Dewre li ser navê endamê hêzên polîsên trafîkê Mihemed Naso “Şehîd Şewqî” yê ku li ser erkê xwe li Kantona Efrînê meha Nîsana bihurî jiyana xwe ji dest dabû, hat binavkirin.
Di merasîmê de, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, Cîgirê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Kantonê Ebdulhemîd Mustefa, Serokê Desteya Hundirîn Hesen Bêrem, Endama Komîteya Dûvdeçûnê ya Navendî Fehîme Silêman, Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger û Fermandarên Hêzên Asayîşê amade bûn.
Di axaftinên dema merasîmê de malavahiya rêveberên dewreya "Şehîd Şewqî" ya perwerdehiyê hat kirin û hat gotin, "Azadî nayê dayîn, lê belê azadî bi xebat û têkoşînê tê wergirtin, bi şehadetê tê sitandin".
Li dawiya merasîmê bawernameya serkeftinê li 38 endamên Hêzên Asayîşê hat belavkirin.
EFRÎN