
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ser ruhê cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre endamê Rêveberiya Asayîşê Xebat Şengalî axivi û bi dawîkirina dewra nû ya asayîşê li endaman û gelê Êzîdî pîrozkir û wiha got: “Îro em di Rojhilata Navîn de dijîn. Netew û kêmnetewên heyî û baweriyên heyî ji bo bikaribin xwe hemberî sistema kapitalist û hêzên navnetewî biparêzin, bê gûman pêwîstî bi hêza çekdarî heye.”
Şengalî diyar kir ku roja 3’ê Tebaxê sedemê ferman hate ser gelê me, bê parastina me bû û wiha domand: “Ji bo ku em bersiva fermanê bidin, bersiva herî rast û gûncaw mezinkirin û xurtkirina parastinê ye. Lewra jî em ê wekî gelê Êzîdî heya dawiyê hêza xwe mezin bikin û parastina xwe bi xwe bikin. Êdî em parastina xwe nahêlin hêviya ti hêz û aliyên derve.”
Endamê Rêveberiya Asayîşê Xebat Şengalî di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Êzîdî kir ku werin cihê xwe di nava asayîş û YBŞ/YJŞ’ê de bigirin û gundên Êzîdxanê biparêzin.
Piştî axaftinan endamên asayîşê sond xwarin û bawernameyên xwe girtin.
Di dawiya merasîmê de endamên asayîşê li ber strana govend gerandin.
Hêjayê gotinê ye piştî fermanê di dîroka Êzidiyan de cara yekemîne asayîşa Êzidxanê ya ku ciwanên Êzîdî xwe bi cih digirin hate avakirin. Beriya niha jî 2 dewreyên mezin yên asayîşa Êzîdxanê bi dawî bibûn.
ROJNEWS / ŞENGAL