Welatiyê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şêx Elî pêr li navçeya Soran a Hewlêrê dema xwest biçe nêçîrê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hat gulebarankirin. Mihemed Şêx Elî bi giranî birîndar bû û doh li Nexweşxaneya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Berpirsê Ragihandina Polîsên navçeya Soran, Raîd Mihemed Şerîf  têkîldarî mijarê ji RojNews re got, “Pêr saet 04:00'ê sibehê ji aliyê asayîşê ve li ser rêya Soran û Dêlziyan welatiyekî Rojavayê Kurdistanê tê gulebarankirin û di encamê de bi giranî birîndar dibe. Ji ber birîna wî giran bû, ew şandin Nexweşxaneya Hewlêrê  û îro li wir jiyana xwe ji desta da."
Şerîf  diyar kir ku li gorî agadariyên bi dest ketine, navê wî Mihemed Şêx Elî ye û  ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Raîd Mihemed Şerîf derbarê sedema gulebarankirinê de jî got; “Mihemed Şêx Elî dixwaze biçe nêçîrê, dema diçe derve, ji aliyê asayîşê ve tê gulebarankirin."


ROJNEWS