Sibe 15’ê Gulanê ye, yanî salvegera roja weşana Kovara Hawarê ye ku di 15’ê Gulana 1932’yan de bi destê Celadet Alî Bedirxan li Şamê dest bi weşanê kir. Ev roj ji sala 2006’an ve wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Bi rasthatina rojê, zimanzan Necmiye Alpay, polîtîkayên asîmlasiyonê yên li dijî zimanan nirxandin.

Xwe li zimanan xasma li Kurdî ranagirin

Necmiye Alpay dibêje, li Tirkiyeyê û dinyayê ji ber hukmê dewletên serdest tehlûkeya nemanê li ser gelek zimanan heye. Li gorî wê ”Kî karibe bi kê” ji bo zimanan jî lê ye.

Necmiye Alpay îşaret bi polîtikayên yekrengkirinê û tekparêziyê yên dewleta Tirk ji damezrandina wê ve dike, dibêje, dewleta Tirk xwe li Kurdî ranagire û ev xweranegirtin jî bi manîpulekirin û ‘terorîzekirin’a xebatên parastin, bipêşxistin û zindîkirinê derdikevin holê. Li gorî wê siyaseta tinekirina Kurdî timî lê bûne.

Necmiye Alpay îşaret bi dezavatajbarkirina zimanan ji bo teşwîqkirina xweasîmîlekirinê dike û dibêje, “Mirov jî ji ber hin fikaran, ji bo silametiya zarokên xwe û ji bo jiyaneke xurt, dewlemend daxilî nav asîmîlasiyona bi dilê xwe dibin.”

Zimanzan Necmiye Alpay di dawiyê de cejna Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

 

MA/STENBOL