“Her kesê dixwaze bi rengekî mirovî, bi rûmet û azad bijî, divê li dijî tecrîdê têbikoşe. Têkoşîna li dijî tecrîdê pîvana mirovbûnê ye. Ji ber vê yekê divê her kes, rêxistin, sazî, hawîrdor, civat û kom bi xurtî tevlî vê têkoşînê bibe.”

 “Divê miletê me, li taxê zextê bike li wan kesên bi zimanê xwe yê dayikê napeyive, hînî zarokên xwe nake. Divê tecrîdeke civakî dayne ser wan. Ev helwêst ne şerm e, normalkirina asîmîlasyonê û rewakirina wê şerm û fedî ye.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re peyivî, sersaxî ji malbat û xizmên kesên li Xarpêtê di erdhejê de mirî û şîfa xêrê ji birîndaran re xwest. Wê ji bo zimanê Kurdî parastin û fêrkirina wî jî got, ev meydana sereke ya têkoşînê ye û wiha dewam kir: “Qirkirina sereke ya li Kurdistanê qirkirina çandî ye. Ji ber vê yekê, karên ku ji bo ziman û çandê gelekî hêja ne. Divê mirov di asta seferberiyê de vî karî bike. Gelê me divê li her cihî bi zimanê dayikê biaxive, hînî zarokên xwe bike. Mecbûrkirina li nava taxê muhim e. Belê, divê miletê me, li taxê zextê bike li wan kesên bi zimanê xwe yê dayikê napeyive û hînî nabe, hînî zarokên xwe nake. Divê tecrîdeke civakî dayne ser wan. Ev helwêst ne şerm û fedî ye, normalkirina asîmîlasyonê û rewakirina wê şerm û fedî ye.”

Hozat li ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî û erdheja li Xarpêtê de jî peyivî.

Hevseorka KCK´ê Besê Hozat, ji bo erdhejê got, mîna her erdhejê ji ber avahîsaziya qels a desthilatdariya talanker û wernegirtina tedbîran, xisareke mezin çêbûye û wiha peyivî: “Divê gelê me bi piştgirî û alîkariyeke mezin tevbigere û alîkariyê bide mexdûrên erdhejê.

Desthilatdariya faşîst bi baca gel ji xwe re qesrên ji hezar odeyî çê dike, artêşa xwe ya çeteyên tecawizkar xwedî dike û mal û avahiyên gel jî li wan dike goristan. Siyaseta desteserkirin û talanê dike ku ew vî miletî dibe ber mirinê.”

Tecrîd siyaseta qirkirinê ye

Besê Hozat bi rasthatina salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê komploger bi tundî şermezar kirin û got, heger ev 22 sal in komplo hîna jî dewam dike, sedema vê yekê ew e ku komploya 15’ê Sibata 1999’an bi ser neketiye: “Komplo ev 22 sal in bi tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Tecrîdkirina Rêber Apo encameke plana qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e. Tecrîd polîtîkayeke qirkirinê ye. Tecrîdkirina Rêber Apo bi rengê hiqûqa qirkirinê ya li dijî gelê Kurd, dikeve meriyetê. Her kesê dixwaze bi rengekî mirovî, bi rûmet û azad bijî, divê li dijî tecrîdê têbikoşe. Têkoşîna li dijî tecrîdê pîvana mirovbûnê ye. Ji ber vê yekê divê her kes, rêxistin, sazî, hawîrdor, civat û kom bi xurtî tevlî vê têkoşînê bibe.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat desthilatdariya dewleta Tirk a bi koalîsyona aAKP-MHP weke koalîsyoneke kontrgerîla bi nav kir û got, “Hêza tifaqê ya Gladiyoyê ye. Armanca wê ew e ku plana qirkirinê ya li dijî Kurdan a sed salî, bi cih bîne. Hêzên derve vê hêza şer ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn bikêr dibînin, lewma destekê didin vê hêzê û wê li ser piyan dihêlin. Ev hêza şer a faşîst bi piştgiriya derve li ser piyan dimîne. Heger têkoşîneke xurt a siyasî û civakî bê meşandin, ev desthilatdarî wê bi erdê re bibe yek.”

Ziman esasê têkoşînê ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bi dewamî karên ji bo ziman û çanda Kurd nirxandin û got, “Qirkirina bingehîn a li Kurdistanê qirkirina çandî ye. Ji xwe dema ku miletek di warê çandî de hate qirkirin û encam ji vê polîtîkaya qirkirinê hate wergirtin, hingî ew gel qediyaye. Ya ku ev sed sal in li Kurdistanê tê kirin, ev e. Ji ber vê yekê karên ku ji bo ziman û çandê tên kirin gelekî hêja ne. Mecbûrkirina li nava taxê muhim e. Belê, divê miletê me, li taxê zextê bike li wan kesên bi zimanê xwe yê dayikê napeyivin û hînî nabin, hînî zarokên xwe nakin. Divê tecrîdeke civakî dayne ser wan. Ev helwêst ne şerm û fedî ye, normalkirina asîmîlasyonê û rewakirina wê şerm û fedî ye. Divê mirov di asta seferberiyê de vî karî bikin. Gelê me divê li her cihî bi zimanê dayikê biaxive, hînî zarokên xwe bike. Gelê me yê li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê gelekî di nava oto asîmîlasyonê de ye. Li dijî vê yekê têkoşîneke xurt divê.

Di parastina çand û zimanê Kurdî de rola jinan bi rastî jî diyarker bû. Divê ciwan hînî zimanê xwe yê dayikê bibin û li her her derê pê biaxivin.”

Yekîtî stratejîk û lazim e

Mijareke din a ku Hevseroka KCK´ê Besê Hozat behsa wê kir, yekîtiya neteweyî bû: “Van mehên dawî li Bakurê Kurdistanê karekî gelekî hêja û berfireh hate kirin. Kesên ku beşdarî vî karî bûne silav dikim û serketinê ji wan re dixwazim. Bakurê Kurdistanê navenda têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Gelekî watedar e ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan li Bakurê Kurdistanê bi pêş dikeve.

Heman hewldan li Rojava jî di nava rêxistinên Kurdan de heye. Ev jî gaveke cihê kêfxweşiyê ye.

Di mijara yekîtiya neteweyî de em ji her awayên daxwaz û banga gelê xwe re amade ne. Dîrok bi rastî jî yekîtiyê li me Kurdan ferz dike. Di vê pêvajoya diyarkirina çarenûsê de yekîtî wezîfeyek e, mecbûrî ye û fermana bilind a gelê me û dîrokê ye. Divê gelê me her tiştî ji partiyan hêvî neke. Mixabin hin partî bêîman tevdigerin. Ji bo îman bi wan re çêbe, pêwîstî bi têkoşîna gelê me û zexta demokratîk heye.”

 

ANF/BEHDÎNAN