Di nûçeyê de i asta jêr de hat nîşandan ku di navbera hêzên gerîla yên HPG´ê û pêşmergeyan de ti nakokî û alozî nînin. Bi dîmenan jî ev tesbîta xwe piştrast kir. France 24 nîşan da çawa li navenda bajêr şervanên HPG´ê tevî hêzên YBŞ´ê li dijî DAIŞ´ê şer dikin û hevpeymana li dijî DAÎŞ´ê jî bi êrîşên hewayî alîkariya wan dike.

Nûçe paşê balê dikşîne ser gotara di asta jor de ku pêşî di asta fermandarê pêşmergeyan de xwe dide der: "ew hewl didin rola gerîlayên PKK´ê kêm bikin û ji me re dibêjin ´diviyabû hûn pêşî bihatane cem me, da ku me dîmenê bi rastî nîşanî we bidana. Li vr esasî pêşmerge hene. şervanên din jî hene yîn YPG û PKK´ê. lê ew kêm in´. Bi van gotinan dibêjin ew hêza sereke ne li Şengalê". 

Nûçe paşê jî balê dikşîne ser minaqeşeyên li ser siberoja Sincarê û dibêje yek ji figurên girîng ê Êzîdyan li Sncarê Qasim Şeşo. nexasim piştî girtina biraziyê xwe ji aliyê PDK´ê ve di nava pêşmergeyan de bi cih bû û rola PKK´ê weke nîne nîşan dide. Nûçe paêş berê xwe dide şervanên ciwan ên YBŞ´ê ku dibêjin bi tenê gerîlyên PKK´ê û YBŞ di rastiyê de li ber xwe dan. pêşmerge vekişiyan û niha jî rewş neguhertiye. Nûçe herî dawî dibêje "Bêrîvana ciwan heta niha endamekî DAÎŞ´ê kuştiye. Lê diyar e hîna ew û hevalên wê gelek endamên DAÎŞ´ê bikujin heta ku kêşmekêşa li ser rewşa Şengalê di nava aliyên Kurd û Êzîdî de bi enam bibe."  


 NAVENDA NÛÇEYAN