Şiyê
Şerê li Sûriyê hê jî di asta şerê cîhanê yê sêyemîn de bi hemû hêza xwe didome. Di serî de hêzên cîhanî û hêzên herêmî dixwazin nifûsa xwe li ser erdê zêde bikin û bibin hêz ta ku mafê wan yê gotinê di formula çareseriyê de zêde bibe.
Piştî ku Rûsyayê li ser Helebê bi Tirkiyê re li hevdû kir, li beramberî wê Bab hat pêşkêş kirin. Hem destê xwe hem jî yê rejîmê xurt kir. Bi vê yekê xeta ku Îran tê de dixwest bi tenê biçe, berê wê jî vegerand ber bi xwe ve û li beramberî reqîbê xwe Amerîka însiyatîf girt destê xwe. Rûsya bi civîna Moskova starta asta yekem ji pêvajoya siyasî da, paşê jî plana civîna Astanayê hate dayîn.
Bêguman devereke ku Tirkiye lê be, ne gengaz e ku Kurd li wir hebin. Ji ber ku ji milekî ve pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nekiriye, ji milê din ve jî Tirkiye xaka Sûriyê dagir kiriye. Di rewşeke wiha de ji xwe ne gengaz e Tirkiye û hevkarên xwe hebûna Kurdan qebûl bikin. Paradoks jî ew e ku li ser erdê hêza me xurt e û di şerê li dijî DAÎŞ’ê de me serkeftinên mezin bi dest xistine. Lê pir bi zanebûn em her carê li derveyî nîqaş û diyalogê tên hiştin. Lê em ji bîr nekin, di dîroka nêz de civîna Cenevrê I- II- III çêbûn. Hemû jî têk çûn, bi ser neketin. Ji ber ku hêzên li ser erdê beşdar nebûn bi taybet jî Kurd.
Lê bila raya gîştî û taybet jî hêzên ku vê civînê çêdikin bizanibin ku ew ê civîna Astanayê jî nebe hêza çareseriyê. Ew di rêya xwe de diçin, em ê jî di rêya xwe de biçin. Dema civîna Cenevreyê ya yekemîn çêbû, em beşdar nekirin, me jî meclîsa gel ya Rojava îlan kir. Di meclîsê de me îradeya xwe temsîl kir û pergala xwe ava kir. Dema civîna Cenevreyê ya duyemîn çêbû, ENKS hat xapandin, desteya bilind a Kurd belav bû û bi koalîsyonê re beşdar bûn. Hemû hêzên qaşo Artêşa Azad bûn, li şûna ku berê xwe bidin rejîmê bi ser herêmên me ve hatin. Li hemberî vê me xwe parast û me rêveberiya xweseriya demokratîk bi awayê kantonan îlan kir. Ji bo civîna Cenevreyê ya sêyemîn kongreya Riyadê hat li darxistin û em li derveyî wê hatin hiştin. Me jî kongreya li Dêrîkê li dar xist û Meclîsa Sûriyê a Demokratîk îlan kir, hêzên QSD’ê ava kir û bi vê hêzê gelek herêmên bakurê Sûriyê rizgar kir. Federasyona Bakurê Sûriyê hat ragihandin û em herêmên xwe bi rê ve dibin.
Vê carê jî tevî her kes dizane ku hêzên me di rizgarkirina herêmên Şehba, Heleb, Minbîc û niha jî Reqayê de roleke mezin lîstin û beşek mezin ji axa Sûriyê niha di destê me de ye. Careke din ji milê Rûsya û hevkarên xwe ve bi çûna Babê pêşiya yekbûna kantona girtin û niha me derveyî civîna Astanayê dihêlin. Çareseriya ku ew deynin holê, ne ji bo herêmên di bin kontrola me de ne, ji ber vê em vê yekê qebûl nekin. Jixwe hêzên li wir kombune jî li hevdû nakin.
Pêwîst e Rejîm destpêkê vê ji xwe bipirse, Tirkiye niha beşek axa Sûriyê dagir kiriye. Beriya ku tiştekî îmze bike, bila vê bipirsê gelo ew ê ji axa Sûriyê derkeve an na? Kurd jî bila vê ji xwe bipirsin, bêjin em hinek bi rejîmê re hinek jî bi dagirkerên Tirk re diçin civînê. Ew ê li ser çi, bi kê re nîqaş bikin? Hinek Kurdên rejîmê ne, hinek jî yên dagirkerên Tirkiyê ne. Ew ê kengî û çawa bibin Kurdên xwe? Bi hêzên ku ji rastiya xwe derketine û rastiya herêmê jî nabînin ma mimkûn e çareserî çêbibe. Ev ne gengaz e!!! Ji xwe em ê mîna her carê rêya xwe berdewam bikin. Serkeftin ya gelên me ye.