Serokê Meclîsa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan têkildarî danûstendinên Astana ji ajansa ANHAʹyê re axivî. Sarûxan diyar kir ku aliyên ji bo civîna Astana hatine vexwendin bi tu awayî nûnertiya gelê Sûriyê nakin, lê belê ew xizmeta hêzên herêmê û navdewletî dikin û got ku civînên ew lê beşdar nebin, dê bi biryarên wan re jî ne eleqedar bin û got: ʺEm ji bo peydakirina çareseriyan amadene bi hemû aliyên siyasî re bicivin. Armanca me ya sereke ew e ku alozî were çareserkirin.ʺ

Di çareseriyê de ne cidîne

Sarûxan derdorên ku rêveberiya danûstendinên Astana dikin, di xebatên xwe yên qaşo bi navê çareseriya aloziya Sûriyê têne meşandin ne cidî ne û wiha dom kir: ʺHêzên ku di çareseriyê de bi bandor in venexwendine. Ne beşdarbûan hêzên demorkatîk ên Sûriyê tê wateya ku civîn beriya destpê bike valaye. Rûsiya, Tirkyê û Îran yên Astana birêve dibin di çareseriyê de ne cidî ne. Ne cidîbûna wan bi dûrxistina hêzên QSDʹê yên ku şerê DAIŞʹê dikin û Rêveberiya Xweser diyar dike. Derdorên hatine vexwendin bi tu awayî nûnertiya gelê Sûriyê nakin. Ew derdor temsîla berjewendiyên Tirkiyê, Îran û Rûsiya dikin.ʺ

Sarûxan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku civîn û danûstendinên ku ew tevlî nabin wan eleqedar nekin û wiha dom kir: ʺNûnerên Rêveberiya Xweser û hêzên demorkaîtk ku temsîla hemû pêkhateyên Sûriyê dikin ne hatine vexwendin. Ev jî têkçûna civînê radixe ber çavan. Em dibêjin ku biryarên ji civînê derkevin wê me eleqedar nekin. Em wekî Rêveberiya Xweser amade ne di hemû danûstendinan de hazir bibin û nerînên xwe, her wiha pirojeyên xwe pêşniyar bikin. ʺ

Tirkî hevkarên xwe vexwendin

Ji endamên hevkarên dewlata Tirk ENKS’ê Abdulhakim Beşar diyar kir ku ew ji bo hevdîtinên Astanayê hatine vexwendin. Beşar anî ziman ku dê li gel serokê ENKS’ê Ibrahîm Biro parêzer Derwîş Mîrxan wek şêwirmend tevlî danûstandina bibe. 


 DIYAR EHMO / AMÛDÊ