Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser danûstandinên li paytexta Kazakîstan Astanayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG’ê got: “Wek YPG em dibînin ku aliyên beşdarî civînê bûne parçeyek ji aloziya herêmê ne û ti çareserî di destê wan de nîne. Em dibînin ku alozî bi rêya projeya demokratîk tê çareserkirin. Em tevnagerin li gorî biryarên ku di vê civînê de têne girtin.”
NAVENDA NÛÇEYAN