Karûbarê îlankirina federaliya Rojava bi lez bi rê ve diçe. Li ser asta navneteweyî êdî tecrûbeya Rojava bûye çirûska hêvî û berxwedanê. Di nava Sûriyeya ku mîna gola xwînê ye, êdî Rojava welatê parastina maf û nasnameyan e. Welatê parastina jinê û xwezayê ye. Gavên bihêzkirin û avakirina statûya Rojava bi xurtî bi pêş ve diçin. Li gel hemû kêmasî û çewtiyên rojane yên ku li vir an li wir tên kirin, dîsa jî Rojava di maweya van 5 salên dawî de dikarîbû rûmeta hemû mirovan biparêze. Rûmet, hebûn û nasnameya hemû pêkhateyên olî û etnîkî bi saya berxwedan û xwîna hezarên Şehîdên YPG û YPJ´ê hate parastin. Ev destketiyên mirovayetî hemû nêzîk di çarçoveyeke siyasî ya bi navê Federaliya Rojava û Bakurê Sûriyeye de tê temsîlkirin. Ev destketiyên ku li ser hîmên neteweya demokratîk û biratiya gelan ya ku Rêberê Gelên Kurdistanê Abdulah Ocalan danîbû, ji bo tevahiya heremê û cîhanê diyariyek mezin e.

Di prosesa parastin û avakirina Rojava de barê mezin li ser milê PYD û hevkarên wê, partiyên siyasî yên Kurdî û hin eşîr û kesayetiyên Ereb û Suryanî bû. Lê di vê dema dawî de tevlîbûn û beşdariya nava sîstema Rojava ji aliyê pêkhateyan ve zêde bû. Prosesa parastin û avakirinê ji aliyê piraniya gelên Rojava ve tê destekkirin. Niha ji Dêrikê heta bi Minbicê, deqe bi deqe ev pêvajo tê xurtkirin û berfirehkirin.

Neyarên tecrûbeya Rojava, ne hindik in. Di serî de dewleta Tirk bi serkêşiya AKP´ê ku bi hemû hêza xwe hewl dide Rojava têk bibe û bipelixîne, heye. AKP´ê ji destpêka şoreşa Rojava û heta niha eşkere destek da hêzên terorîst, ew komî ser hev kirin, perwede kirin, bi çek kirin û şandin şerê Rojava. Ji dema ku sala 2012´an qaşo “artêşa azad” derbasî Serêkaniyê bû û heta vê gavê, dewleta Tirk bi dehan komên tundraw ên qaşo jîhadî, lê bi rastî nijadperest û çeteyên hemû cîhanê bi ser Rojava ve şandine. Vê dawiyê, piştî destekdayina wê ya DAIŞ û El Nûsrayê têk çû, îca yekser artêşa xwe şand û beşek ji axa Rojava (Cerablus) dagir kir. Dewleta Tirk bi dehan tankên xwe dişîne heremên Rojava û hewl dide pêşveçûnên hêzên QSD´ê li dijî DAIŞ´ê asteng bike. Dewleta Tirk ji bo ku DAIŞ´ê biparêze û rê li ber azadkirina herema Babê bigre, hêzên xwe yên eskerî dişîne heremê û her roj sivîlan bombebaran dike. Desteka AKP´ê ya ji bo terora cîhanî ji bo her kesî diyar bûye. Welatên Ewrûpa û DYE jî bi vê yekê dizanin.

Dijminên Rojava ne tenê AKP´ê û dewleta Tirk in, lê her weha hin hêzên muxalefeta nijadperest ya Şamê jî hene. Ev hêzên ku bûne baskê siyasî yên rêxsitinên terorîst ên mîna Ehrar El-Şam û Cebha El-Nûsra, bi awayekî rojane êrîşê dibin ser destketiyên Rojava û hemû cûreyên derew û bêbextiyan li dijî QSD û rêveberiya Rojava belav dikin. Bi alîkariya medya Ereb ya nijadperest û paşketî, ev hêz gotara xwe ya dijminane li dijî Rojava gur dikin û banga şer û komkujiyan li dijî Kurdan dikin. Beriya çend rojan, yek ji berpirsên “îtîlaf”ê bi şêweyekî qirêj êrîşî Rojava û Kurdan kir. Vê carê vî kesê ajanê AKP´ê ne tenê YPG hedef girt, lê her weha hêzên Pêşmerge û YBŞ´ê jî. Wî got “DYE alîkariyê nade artêşa azad, lê dide terorîstên Kurd ên mîna YPG´ê, Pêşmerge û hêzên Êzîdiyan!” Li dijî vî kesî nerazîbûna Kurdistaniyan mezin bû.

Di nava wan koman de ku şerê Rojava û YPG dikin, komikên ENKS´ê jî hene. ENKS ya ku endama “Îtîlaf”a ku neyarê Rojava ye, bi hemû hêza xwe hewl dide destketiyên Rojava beravêtî bike. Ew li ser asta navneteweyî û li ser asta hundirîn ya Sûriyeye kampaniyek reşkirinê li dijî PYD, QSD û Rojava dimeşîne. ENKS girêdayî AKP´ê ye û bi riya navendên tarî şerekî diplomasî û siyasî li dijî Rojava dimeşîne. Her weha di warê eskerî de jî destekê dide hêzên çete.

Şoreşa Rojava tevî hemû bêbextî û êrîşan, nêzîkî armancên xwe dibe. Bi îlankirina federalîzimê, ev şoreş digihîje asteke bilind. Jixwe, beşdarbûna pêkhateya Ereb her ku diçe berfirehtir û xurtir dibe. Di warê çareseriya siyasî de jî bê Rojava, rewşa Sûriyeye qet nikare diyar bibe. Rojava hêzeke nû ya li Sûriye û tevahiya heremê ye.