Di çarçoveya meşa bi şiyara „Xwedî derkeve“ ya bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad hat destpêkirin de, ciwanên Kurd ên doh danê sibehê li bajarê Huckwagenê civiyan, heta bajarê Wîpperfurthê bi qasî 6 kîlometreyan meşiyan.
Ciwan li pêşiya bajarê Wîpperfurthê li astengiya polîsan aliqîn. Ciwanên xwestin di nava bajêr de bimeşin, bi lêdana pîspîskan astengiya polîsê Elman şermezar kirin û dirûşmên „Zext nikarin bi me“ , „PKK gel e gel li vir e“ qîriyan. Piştî protestoyê ciwan ji navenda bajêr heta Komeleya Kurdên Elewî ya li Oberbergîscherkreîsê meşiyan.
Li dû meşê endama Komîteya Amadekar Roza Tolhildan peyivî û anî ziman ku ji destpêka meşê ve ji aliyekî ve hêzên faşîst, li aliyê din jî polîsên Elman pirsgirêkan derdixînin pêşiya wan. Tolhildan da zanîn ku li hemberî hewldana provokasyonê polîsan tiştek nekirine, di ser re rê li vê koma faşîst vekirin.
WÎPPERFURTH