
Endamên Meclîsa Jinan a Bajar a Amedê, Meclîsa Jinan a BDP’ê, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, bi boneya astengiyên li pêş hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şermezar bike li Parka Rihayê ya navçeya Peyasê kom bûn û meşek bi meşaleyî pêk anîn. Jinên ku li parka Rihayê kom bûn, pankartên „Hevkar Burkay nabe nûnerê Kurdan“ û „Ji komkujiyên AKP’ê re na“ vekirin û dirûşmeya „Bijî Serok Apo“, „Destê dirêjî Ocalan dibin bila bişkên“ û „Em dê cîhana bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin“ berz kirin. Jinan piştî meşê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê Meclîsa Jinan a Bajar endama Meclîsê Berîvan Atan daxuyanî da. Atan, 15’ê Tebaxê pîroz kir û xwest dewlet dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berde. Atan, xwest ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe şert û mercên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehiyê baş bibin û Ocalan karibe azad tev bigere.
Berîvan Atan, anî ziman ku jinên ku li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata navîn zincîra koletiyê şikandiye dê pêşengiya azadiya jinan bike û rê li pêşiya azadiya civakê veke û wiha got: „Em deyndanên Rêberê xwe ne. Em gelê Kurd û jinên Kurd azadiya Ocalan wekî azadiya xwe dibînin. Êrîş û gefên li dijî Ocalan li dijî gelê Kurd in. Ji ber vê yekê gelê Kurd di bin gefan de dijî. „
AMED