Çavdêriya stêrkan a bi navê Arecibo Observatory, 18’ê Nîsanê wêneyekê radarê yê asteroîda mezin a bi navê 1998 OR2 girt. Ev asteroîd wê 29’ê wê di ber dinyayê re bibihure û biçe. Ew ê heta bi 6.3 milyon kîlometroyan nêzîkî dinyayê bibe. Ji bo ku mirov karibin piçekî li ber hev bigire, heyv 385 hezar kîlometroyan dûrî dinyayê li dora dinyayê digere. Xebatkarên çavderiyê, dibêjin, ew asteroîda herî kêm kîlemetro û nîvê fireh, di radarê de weke ku maskeyek dabe ber devê xwe xuya dike. Ji bilî wan astrofîzîkvanê Îtalî Gianluca Masi jî vê asteroîdê dişopîne. Ew projeye online ya bi navê Virtual Telescope Project ya şopandina stêrkan bi rê ve dibe. Ew ê 28’ê Nîsanê jî mêvandarê bernameyeke zindî ya webcast be ku li ser vê asteroîdê ye. Li gorî astronoman mezinahiya 1998 OR2’yê di navbera 1.8 ta 4.1 kîlometroyan de ye. Ew qasî mezin e ku li dinyayê bikeve, dikare dawiyê li jiyana mirovan li ser rûyê erdê bîne. Axir ev naqewime, û asteroîda mezin 6.3 milyon kîlometroyan dûrî me, di ber me re dibihure û diçe. Vê jî wê 29’ê Nîsanê bike. NASA’yê pirraniya asteroîdên mezin ên nêzî dinyayê şopandine û yek ji van jî li gorî NASA'yê ji bo dinyaya me ne tehlûke ye. NAVENDA NÛÇEYAN