Li bajarê Til Temirê zarokên Asûrî ji bo pêşeroja xwe hînî zimanê xwe dibin.
Li Rojava pergala neteweya demokratîk bi hêza gel zindî dibe. Li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê zarokên Asûrî li dibistanê hînî zimanê xwe yê dayikê dibin. Dewreya perwerdehiya ziman di meha Hezîranê de hat vekirin. Dewreya ku bi pêşengiya Lijneya Jinên Dêran û Lijneya Perwerdeya Asûrî hat destpêkirin, rastî elaqeyeke mezin a zarokan tê.
Mamoste û zarok ji hev razî ne
Mamosteyê zimanê Asûrî Ogarêt Athnêl diyar kir ku ji bo piştevaniya dibistanê gelek alav li xwendekaran hatine belav kirin û got, “Dewre bi giranî li ser waneyên tîpên Asûrî tê dayîn. Li ser rêzimanê em disekinin. Em wek mamoste, Lijneya Perwerdeya Asûrî û Lijneya Jinên Dêran a Til Temirê erka ku me dabû pêşiya xwe, em bi cih tînin. Erka herî mezin hînkirina zarokan a zimanê dayikê ye.
Zaroka bi navê Makî Medrês ya ku nû fêrî zimanê Asûrî dibe jî dibêje, “Em weke zarokên Asûrî tevlî dewreya zimên bûne. Ji ber ku çand û nasnameya me bi me dide naskirin. Em spasiya mamosteyên xwe dikin. Ji ber ku em bi awayekî fermî hînî zimanê xwe dibin, em gelekî kêfxweşin.”
ŞÛJIN/TIL TEMIR