Herdu aliyan îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û revandina berpirsiyarê Rêxistan Asûriyan Gabriyêl Mûşiyê gotûbêj kirin. Şandeya Asûriyan ku ji Dawûd Dawûd, Silêman Gewriyê, Beşîr El-Seedî, Hena Hena, Yûsif Behnan û Entwan Toma pêk dihat, ji aliyê endamên rêveberiya têkiliyên dîplomasî ya TEV-DEM’ê Çinar Salih, Dr. Ebdilkerîm Umer û Xedîce Îbrahîm ve hatin pêşwazîkirin. Her du aliyan di hevdîtinê de rêveberiya xweseriya demokratîk nîqaş kirin û şandeya Asûriyan îlankirina rêveberiyê li hemû pêkhateyan pîroz kirin. Li aliyê din endamên şandeya Asûriyan der barê helwesta ku TEV-DEM’ê der barê revandina berpirsiyarê rêxistina wan Gabriyêl Mûşiyê ku ji aliyê rêjîma Baasê ve hatiye revandin de nîşan dabû, spasiya xwe anîn ziman. Şandeyê diyar kir ku hevpeymana civakî bi nirx e, ji ber ku herêma Cizîrê herêmeke mozayîk e û divê zimanê kurdî, erebî û suryanî li herêmê bibin zimanên fermî. Her wiha divê jin jî bi rola xwe di rêveberiyê de rabin.
Her du aliyan di dema serdanê de diyar kirin ku pêwîste têkilî di navbera wan ji bo xizmeta hemû pêkhateyan û avakirina Sûriyeke demokratîk ku mafê her kesî were parastin de xurtir bibin.
QAMIŞLO