Li gundê dêrên Marmuşe ya piştî zayînê 400 sal, Martşmunî ya piştî zayînê 1600 sal, Protestan a sala 1833'an û Dêra Meyram Ana ya sala 1983'an hatin kirin, heyîn tenê dêra ji aliyê Protestan ve ya di sala 1833'an hat çêkirin xwe li ser piyan girt. Welatiyên Asûrî yên li welatên Ewropayê bi cih bûn biryara vegerin gundê xwe yê Hesanan. Welatiyên bi salan ji gundê xwe dûr mayîn bi keyfxweşî vegeriyan gund û piştî gundê xwe dîtin keyfxweşiya wan nîvçûyî ma. Ji welatiyên Asûrî Gurgîs Kucum, diyar kir ku di sala 1993'an gundê wan bi hinceta "ewlehiyê" hate valakirin û 21 salan bi hesreta gundê xwe jiyî piştî bi salan li Belçîkayê jiyî yekemîn car vegeriya gund. Kucum, anî ziman ku hemû kes sedema valakirina gundê wan dizane û wiha got: "Dema gundê me hat valakirin 20-25 malbat hebûn. Di sala 1987'an de li gundê me zêdehî 300 malbat dijîn. Piştî gundê me hat valakirin piranî li Belçîka, Elmanya, Fransa, Îsveç û Hollandayê bi cih bûn. Weke Korseyî em gelek caran hatin cem hev û bi pêvajoya çareseriyê me biryara vegera gund girt. Em biryara em vegerin gund û ji nû ve înşa bikin."


'Dê 60 malbatên din jî bên'

Kocum, da zanîn ku ji ber komura li ocaxên madenan ên derdorê derxistein ava wan a vexwarinê qirêj kirine û wiha axivî: "Gundê me weke bexçeyekê bûhiştê ye. Hemû çiya û kevirên wê meden e. Ji ber ku ev ocaxên meden bêpergaln tên bikaranîn em nerihet in. Em dixwazin karsazên ocaxên madenê didin şuxilandin hinekê bi pergal bin. Em dixwazin li hemberî ava me û gundê me baldar bin. Em jî dixwazin bi awayekî xwe li gundê xwe bijîn. Em dixwazin weke berê ava û baxçeyên xwe bikarbînin." Kucum, bilêv kir ku malên li gund hatin xirakirin êdî nepêkane bên bikaranîn û wiya pê de çû: "Em niha 3 endamên malbatê hatin gund. Em dê ewil ji bo 3 malbat li vir bijîn temelê malan danîn. Heye dawiya salê dê 7-8 malbatên din jî bên. Pişt re dê nêzî 60 malbat bên. Em dê hemû derfetên xwe bidin zorê û ji bo vegera gund bikarbînin. Kî bê vir bila bê em hemû bira ne." Kucum, spasiyên xwe li şaredariyên BDP'î yên ji bo vegeran wan bûn alîkar kir.

'Bi hesreta gundê xwe jiyîn'

Welatiyê bi navê Îlîş Begtaş jî diyar kir ku piştî pêvajoya diyalogê di çarçoveya projeya vegera gund hatin gund û wiha got: "Em jî weke gundiyên din hatin ser axa xwe û ji bo gundê xwe çareke din înşa bikin hatin. Dema em li Ewropa dijîn me her tim bîra gundê xwe dikir. Em bi wê hesretê mezin bûn. Em niya keyfxweşiya hatin gundê xwe dijîn. Rewşa gund li holê ye. Tu rewşa em çêbikin tuneye. Em dê li gund ji bo malên nû temelan bavêjin. Em dê weke berê li gundê xwe jiyana xwe berdewam bikin. Ez li vir bang li gelê Asûrî dikim. Silavê xwe dişînim. Bila welatiyên me yên li Ewropa dijîn careke din vegerin gundê xwe. Em li vir xebatekî şexsî nakin. Em li ser navê hemû gund li vir in. Xebatên em dikin ji bo hemû gundiyên Hesana ye. Me ocaxa tendûrîstiyê ya li gund temîr kir û ji bo kesên tên gund kir mêvanxane."


VELAT OZER
DÎHA/ŞIRNEX