Sazî û rêxistinên Asûrî-Suryanî yên li Swêdê bang li kedkar û gelên bindest ên li Tirkiyeyê û hilbijarên li Ewrûpayê kir ku di referandûma erêkirina rejîma dîktatoriyê ya Tirkiyeyê de dengê 'Na' bidin.
Sazî û rêxistinên Asûrî-Suryanî yên li Swêdê daxuyaniyeke hevpar weşand û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dijminane yên hikûmeta AKP'ê dan. Van saziyan dijminatiya li dijî HDP, DBP û gelên Ermenî û Suryanî rûreş kir. Di daxuyaniya hevpar de bang li kedkar û hemû gelên bindest bi taybetî jî Asûrî-Suryaniyan hat kirin ku li ber rejîma yek şexsî ya rê li ber dîktatoriyê vedike rabin û di referandûmê de dengê 'Na' bidin.
Daxuyaniya hevpar a Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê û Komeleya Piştgiriya Mezopotamyayê ya Stockholmê piştgiriyê dide parlamenterên HDP'yî, Hevşaredarên girtî û Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ê ku bûye hedefa lînça partiyên paşverû. Rêxistinan da xuyakirin ku bi qirkirina siyasî, hewl tê dayîn ku destketiyên demokratîk ên gelan ku bi HDP û DBP'ê re hatine bidestxistin û vîna gelan ji holê were rakirin.
ANF / STOCKHOLM