Xwedîderketina li nirxan
Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir û pişt re sînevzoyenek ji bîranîna her sê jinan pêk dihat hate pêşandan. Jin û dayik li ber pêşandana sînevziyonê hestewar bûn û rondik ji çavê wan bariyan. Parlementer Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku her tim qetliyam bûne para gelê kurd û got ku qetliyama Parîsê jî wek Zîlan, Agirî û Dêrsimê ye. Ata, anî ziman ku di dîrokê de heta niha gelê kurd her tim li şehîd û nirxê xwe xwedî derketiye û di vê pêvajoyê de pêwîste gel rola zêdetir xwedî li nirxan derkeve.
Hevkariya navnetewî
Ata, bal kişand ser dîroka qetliyama Parîsê û wiha got: "Ev saleke li gel hemû hewldan û çalakiyên jinan hêj jî kûjer û berpirsyarên qetliyamê dernexistine holê. Ev qetliyam di encama li hevkirina hêzên navnetewî û dewleta Tirkiyê de ev hovîtî pêk hatiye. Kî fermana qetliyam Roboskiyê dabe, fermana vê qetliyama Parîsê jî wan kesan daye. Berpirsyarên qetliyamê xwedî heman ferasetê ne. Em ê li gel hemû astengiya bi rihê berxwedanê xwedî li têkoşîna her sê hevalinên me derbikevin."
DIHA/ÊLIH