Şanoya Bajêr a Amedê, di sala nû de wê dest bi dayîna dersên şanoyê bike. Her wiha wê ji bo zarokan jî dersên dramayê bide.
Şanoyê heta niha gelek şanogerên ciwan gihandine û niha jî hewl dide ji bo zarokan atolyeya dramayê veke û ji bo mezinan jî dersên şanoyê bide. Ji bo atolyeya dramayê û dersên şanoyê heta niha gelek kesan miracaet kiriye. Xebatên atolyeyê û dersên ji bo şanoyê wê di sala nû de dest pê bikin. Perwerdehî wê hefteyê 6 saet bin û heftê 4 saetan jî dersa lîstikvaniyê û lîstikvaniya sereke bê dayîn û 2 saetan jî dersa dîroka şanoyê û raçavkirina lîstikan wê bê dayîn.
Ji derhênerên Şanoya Bajêr a Amedê Nazim Hîkmet Çalişkan, diyar kir ku armanca wan a bi atolyeya dramayê ew e ku zarok hay ji vê formatê hebin û bi dersên şanoyê jî armanca wan ew e ku êdî kesên gihatî ji hêla dikê ya şanoyê hay ji metbaxa vî tiştî jî hebin. Çalişkan, da zanîn ku heta niha gelek kesan miracaetî wan kiriye û ew ê piştî perwerdehiyê û atolyeya dramayê, lîstikekê amade bikin.
MA/AMED