Atolye navê ji gotina Kurdî ya “jiyan” a ku dewletê bi salan qedexe kir û xwest tune bike ya koka wê “jî” digire. Ji damezirînerê atolyeyê Servan Çetînkaya diyar kir ku ji bo hem ji alternatîfekî derxin hem jî qadeke kolektîf vekin av atolye vekirine.
Çetînkaya da zanîn ku niha li atolyeya hunerê hin xebatan dikin, atolyeyên wekî wêne, reqs, muzîk, platesê ava kirine, dika konserên akustîk, gotûbêj û pêşandana filman a bêpere dikin. Çetîn got ku di van xebatan de jî jiyana komun û kolektîf esas digirin û ev atolye ji bo hemû kesan vekiriye, sînorekî wan tuneye.
‘Huner jiyan e’
Çetînkaya got ku navê atolyeya hunerê ji koka gotina “jiyan” tê û wiha peyivî: “Jî koka peyve jiyan a Kurdî ye. Jin û jiyan nifuzê vê yekê dikin. Noqteya ku huner derketiye jin e, em wisa difikirin û huner jiyan e.”
STENBOL