Sînemaya Mezopotamyayê, ragihand ku ew ê di 4 waran de atolyeyên sînemayê vekin û ji bo atolyeyan qeydiyan dest pê kiriye. Atolye wê di 15’ê Cotmehê de dest pê bikin.

Sînemaya Mezpotamyayê qederê 15 salan bi awayekî bi rêk û pêk di warê sînemayê de atolyeyan vedike. Wê ragihand ku miracaetên ji bo atolyeyên wê dest pê kirine. Îsal atolyeyên nivîskariya ji bo senaryoyê, xwendinên filman, derhêneriya dîtbarî û derhêneriya sêwirandinê de wê hebin. Xebatkarê Sînemaya Mezopotamyayê Hebûn Polat dibêje, ders wê 3 mehan bidomin û di dawiya atolyeyan de ew ê tevî beşdaran kurtefilmekî çêkin.

Polat, da zanîn ku ew ê di nêz de Mihrîcana Filmên Kurdî li dar bixin û got, “Em hewl didin bi beşdarbûna filmên li 4 perçeyên Kurdistanê û hin welatên Ewrûpayê mihrîcanekê li dar bixin.”

 

MA/STENBOL