Av jiyan e
Li ser malpera crowdfounder.co.uk ji bo berhevkirina 100 hezar poundî (112 hezar euroyî) ji bo alîkariya bi Rojava re bê berhevkirin, kampanyayek hat destpêkirin. Pereyên bên berhevkirin wê ji bo kooperatîfên jinan û projeyên heyatî yên ji bo ava vexwarinê bên bikaranîn. Slogana kampanyayê jî Av ji bo Rojava ye. Kesên kampanyaya alîkariyê bi rê ve dibin, dibêjin, "Av ne sîleh e, av jiyan e."
Weqfeke taybet jî destekê dide kampanyayê bi wî rengî ku ji bo her pounda bê berhevkirin, ev weqf jî ji bo 50 hezar poundên destpêkê, poundekê wê bide. Yanî yên kampanyayê bi rê ve dibin, divê 50 hezar poundî berhev bikin da ku 50 hezar poundê din jî weqf bide.
Komeleya Solidarity Economy Association (SEA, Yekîtiya Aboriya Piştgiriyê), Aborîya Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî, rêxistina civaka sivîl Un Ponte Per (Îtalya), Heyva Sor a Kurdistanê li Brîtanyayê, Roots for Change (Swîsre) û kampanyaya “Save the Tigris” vê projeyê bi rê ve dibin.
Kesên dixwazin alîkariyê bidin projeyê dikarin bi lînka li jêr vê bikin:
Malpera kampanyayê
NAVENDA NÛÇEYAN