Di çalakiyên gerîlayên Kurdistanê de li seranserê welêt ji Colemêrgê heta bi Sêrt û Bradostê herî kêm 17 eskerên Tirk û kontrayekî rêyên eskerî çêdikirin hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku di çalakiyên gerîlayan de li Amed, Agirî, Şirnex, Sêrt û Colemergê herî kêm 17 eskerên Tirk û kontrayek hatine kuştin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên wan roja 12’ê Gulanê li qada Şehrîban a herêma Besta ya Şirnexê, li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Deriyê Sevo çalakî kiriye û bi vî rengî dewam kir: “Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin eskerekî dijmin di çalakiyê de hate kuştin. Hêzên me heman rojê li Girê Deriyê Berojê jî çalakiyeke sabotajê li dijî yekîneyeke dijmin kir. Hejmara eskerên di encama vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehate tespîtkirin.” Li Serhedê 3 esker hatin kuştin HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê de li dar e, hêzên wan 12’ê Gulanê saet 22’an li nêzî deriyê sînor ê Dîlûcû yê navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya li dewriyê digeriya, çalakiyek kir û wiha pê de çû: “Derbên giran li wesayita zirxî hatin xistin û di encamê de wesayit bi temamî hate rûxandin. Di çalakiyê de 3 eskerên dijmin hatin kuştin. HPG’ê ji bo çalakiyên li Çiyayê Gabarê û Sertê jî ev agahî dan: “11’ê Gulanê saet 17’an, hêzên me li dijî kontrayên ku hewl didan rêya ewlekariyê ji bo bendava Ilisû ya li herêman Findikê ya li çiyayê Gabarê çêkin, çalakiyek kir. Hêzên me li dozerekê ku rê çêdikir, xist. Di encamê de dozer hate rûxandin û kontrayekî tê de hate kuştin. Derbên xurt li çeperekî qereqolê xistin 11’ê Gulanê saet 17’an, li dijî qereqola Memîra ya li navçeya Dihê ya Sêrtê gerçîlayên çalakiyek hate kirin. Hêzên me derbên xurt li çepereke qereqolê xistin û di encamê de eskerekî dijmin hate kuştin.” Li Colemêrgê 11 eskerên Tirk hatin HPG’ê wekî din derbarê Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de ev agahî bi raya giştî re parve kir: “Hêzên me 11’ê Gulanê saet 19:10’an li dagirkerên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê xist. Ji çar aliyan ve li kozik û stargehên dijmin hate reşandin û di encamê de 2 kozik û 2 stargeh hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de 11 eskerên dijmin hatin kuştin. Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li dijî eskerên artêşa TC a dagirker ên li girê Lêlikanê yê li Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kir. Di encamê de eskerekî dijmin hate kuştin.” ANF/BEHDÎNAN