
Li Kurdistanê rengên payîzê Efsûna jiyanê yek bi yek, mîna ta bi derziyê ve bikin, rave dikin. Nexasim li çiyayan ev efsûn bêhtir bi ziman dibe. Ev wêneyê sûlavkê ji Hewremanê ye; li gundê Ehmed Axa ê nêzîkî Helebceyê ji Sûlavka Zalm e. Bi yek wêneyî û bi hezar rengî dipeyivin av, rengên hawîrdora avê û payîza çiyayan.
Di wêneyê din de em rasteke bilind a çiyayê ya ji Sengasera Başûrê Kurdistanê dibînin. Li wê rastê ya ji dûr ve xuya dike dawetek e. Daweteke dûrî holên şahiyan ên girtî û asê ku tevî mêvanan, bûk û zavê jî asê dikin. Ango ev dawet ne tenê dûrî objektîfa kamerayê ye, ew her wiha dûrî fetisandina post-modern a bajaran jî dûr e.
Li Sengaser dawetek ji dûr ve

HELEBCE