2 HES'ên li Çemê Pasurê tên çêkirin dê mehên havînê de dibin sedema newal hişk bibe, masî telef bin, ava vexwarinê ya gundiyan bê girtin û xweza taxrîp bibe. Welatiyên Pasurê dê di 27'ê gulanê de di bin pêşenigiya Platforma Parastina Hawidora Xwezayî ya Pasurê li Pasurê bi girseyî dê çalakiyekê li dar bixwin û HES'an protesto bikin.
Li hemberî geşedanan welatiyên Pasurê hatin cem hev û Platforma Parastina Hawirdor û Xwezayê ya Pasurê (PADÇEK) ava kirin. Platform bi riyar înternetê xwe rêxistinbûn dike û hejmar endamên wê 7 hezar e. Bertekên welatiyan a li hemberî HES'an jî her diçe zêde dibe. Hate îdîakirin ku welatî bi soza kar tên bêdengkirin. Ji bo çêkirina HES'an raporên hawidorê nehatin girtin û bi gel re nehatin parvekirin. Li hemberî çêkirina HES'an bertek her diçin zêde dibin.
Têkildarî mijarê de Platforma Parastina Hawirdor û Xwezayê ya Pasurê dê di 27'ê gulanê de li Pasurê bi girseyî çalakiyekê li dar bixin û HES'an protesto bikin.
DÎHA/AMED