Gava ku alem li derveyî dinyayê li jiyanê digerin, lê dinihêrin ka av li cehekî heye yan a. Yanî heger av hebe wê jiyan jî hebe. Yanî ne tenê ava heyatê, ava heyatê ye, her av heyat e. Dewleta Tirk weke dewlete mêhtinger avê weke ziqûm û jehrê bi kar tîne. Li ser çemê Minzurê bendavan çê dike û ziyaret û pîrozgehan din avê de dihêhe. Li Germavê Bendava Ilisu çê dike û dike ku av bide ser Heskîfê û qederê sed deverên din ên şên. Ango ji mirovan û jîngeha wan re avê dike jehr.

Lê va ye, ev ava xwedê ya ku heyat e, diviya belaş bigihişta her mirovî, bi zem û buhayên girankirî bû derba tivingê û li laş û bedena Diyarbekiriyan ket. Qeyûmê dagirker ê dewleta Tirk, weke dewleta xwe ya mêhtinger avê weke sîlehê dibîne û wisa jî bi kar tîne. Qeyûmê dagirkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedêbuhayê avê li bajêr ji sedî 103 û li navçeyan ji sedî 330 buha kir.

Qeyûm û Waliyê dewleta Tirk ê mêhtingeriyê Hasan Basrî Guzeloglû 15 metrekup av ji sedî 25 fiyetê avê buha kiriye û ji 2.64 TL’yan kiriye 3.55 TL serê metrekup avê. Ji bo bikaranîna 15 metrekup û bêhtir avê jî ji sedî 103 fiyet buha kiriye û ji 2.64 TL’yan kiriye 5.33 TL.

Wî li navçeyên Amedê, Erxenî, Bismil û Farqînê jî ji bo heta 15 metrekup avê, buhayê avê ji 1.77 TL’yan kiriye 3.5 TL û ji bo bikaranîna 15 metrekup û bêhtir avê jî buhayê avê ji 1.77 TL’yan kiriye 5.25 TL serê metrekup avê. Li navçeyên Amedê, Çêrmûg, Şankûş, Pîran, Pasûr, Gêl, Licê, Hezro, Hênê û Karazê jî ji bo heta 15 metrekupan fiyetê avê ji sedî dused buha kiriye û ji 1.2 TL’yan kir 3.45 TL serê metrekupek avê, û ji bo bikaranîna 15 metrekup û bêhtir jî buhayê avê ji sedî 330 zêde kiriye û ji 1.2 TL’yan kir 5.18 TL serê metrekupek avê.