Hate ragihandin ku ji ber germê û hişkesaliyê, li hin cihên Ingilîstanê pirsgirêkeke giran a avê wê rû bide. Li bakurê welêt, li ser bikaranîna avê hin qedexe hatin ferzkirin. Di daxuyaniya şirketa belavkirina avê de ya bi navê United Utilitiesê, li ser bi milyonan kesên li bakurê Ingilîstanê, der barê bikaranîna avê de hin qedexe hatin ferzkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber pirsgirêka avê, pêwîstiyên ‘xwarin, vexwarin û şûştinê’ pêwîstiyên sereke ne, lewma ji bilî van pêwîstiyan li ser bikaranîn avê hin qedexe hatine ferzkirin. Li gorî vê yekê, ji 5’ê Tebaxê û pê ve qedexe ye ku hewş û baxçe bi xortûmê yan jî bi sîstemên otomatîk werin avdan. Her wiha hate qedexekirin ku birk bên tijekirin. Li gorî daxuyaniyê, bikaranîna avê ya ‘ne mecbûrî’ hatiye qedexekirin û kesên ku li gorî qedexeyê tevnegerin wê bi hezar pawundî werin cezakirin. Di nava dehsalên bê de hişkesalî derdekî giran e Ajansa Hawirdorê (Envîronment Agency) ku ji aliyê Wezareta Hawirdorê ya Brîtanya Mezin ve tê fînansekirin, meha Gulanê ragihandibû ku di nava dehan salên bê de wê pirsgirêkeke mezin a avê derkeve holê. Ajansê diyar kir ku li Ingilîstanê ji ber îsrafa zêde her roj bi milyaran lître av belasebep tê rijandin. Ev rêje 3 milyar lître ye. Li gorî ajansê, wê bi taybetî li herêmên başûrrojhilat ê Ingilîstanê pirsgirêka avê giran bibe. ANF/LONDON