Welatek ava dibe ku ew
welat; zext û zordariyên, zilm û tundiyên ku Misriyan ji destê Fîrawûnê
Fîrawûnan Fîrawûn Ramses nedîtiye ewqas dijwartir dîtiye, Ereban ji
destê “Richardê bişêrdil” çi zilman kişandiye ji wan girantir zilm
kişandiye.
Welatek ku ew welat; wek jinikeke dilnizm, wek pîreke emrê
wê hezarsalî, wek dayikeke xiredî û zanakî, wek însaneke xwedî zanabûn a
êşkişandinê, wek pîreke xwedî mêvanên bêxêr, xwedî mêvanên nezan,
bişûm, bêedep, bêpûşil, xwedî erdeke wisa di bin şirretîyê de welatek
ava dibe...
Welatek ku ew welat, dehan sal, sedan sal, hezaran sal,
di bin zewacekî bizorê de êş kişandiye, wekî ku tevî zilamekî bêkum
sedan sal derbas kiriye û çi êş were bîra we ew, çi zilm were bîra we
ew, çi xêrnedîti were bîra we ew, çi nezantî, çi bêrûtî, çi rûreştî, çi
dek û derew, çi xapandin û bêpîvantî hatiye li ser dinê, hemû êşa wan,
wek bi awayekî arîfane, wek bi awayekî jineke aqilbend heya demekî erê
kiriye, welateke wisa ava dibe...
Welatek, ku ew welat, wek keçikeke
hijdeh salî, xemilî, bedew û biaqil, dîrokzan û civakzan, xwedî nirx û
xwedî pîvan, keçikek ku dilê wê berxwedan, sînga wê berxwedan, li
bajaran, li gundan, li taxan, li kolan û kûçeyan, li her deran biçek û
bipirtûkan, bi salan, bi dehansalan şer kiriye, ber xwe daye û bi
zanistî û bi hêstên xweşikiya mirovahiyê re têr û tijî jiyanek
afirandiye, welateke wisa ava dibe...
Ew keçik li çiya û li deştan
geriyaye, hay ji xwe, hay ji dinyayê, hay ji tevahî mirovahiyê ye, ji
avabûna mirovahî bigre heya niha avabûna mirovahî li ser çi esasî
meşiyaye li ser vê yekan lêgeriyaye, zanyariya gerdunî kom kiriye.
Daneheviya wê ne bi rojek û ne bi çend roj e, bi êşan têgihîştiye,
têgihîştina wê, dilop bi dilop li dil, li mêjû niqutiye, aqademiya wê li
çiyan e, li ser keviren, di nav gihayan de, li ber çeman runiştiye. Di
bin darên ku pelên wan siya xwe didin hemû dinyayê de rawestiye,
xwendiye, xwe û civakên xwe qewimandiye, wekî jineke bi vî rengî û ji
van wêdetir welatek ava dibe...
Welatek ava dibe, ku sedan sal li
dijî bindestiyê, ji bo azadiyê, ji bo azadiya hemû zindiyan bi tiliyên
xwe têkoşiyaye, dewsa vê şêwazê ço xwariye, gule xwariye, di bin
bombebaranan de maye, erdê wê çilmisiye, şînahiya wê işk bûye, temam
xweza darbestên ciwanan veşartiye, peyre dar nemaye, daristan nemaye,
mal nemaye, giha nemaye şewitiye, welatekî wisa ku her tim agir
pêketiye, dil êşê ve vêketiye, jahr, jahrên mêtingeran li ser wê
rijiyaye, bi vî halî sedan sal bala kesekî û tu welatekî nekişandiye...
Li
girtîgehan, li zindanan zilm dîtiye, rojek revî, rojek girtî maye, disâ
jî ber xwe daye, teslîmî kesekî û tu welateki nebûye, bi diran, bi
tilî, bi rih û bi bawer têkoşiyaye, rojên teng dîtiye, rojên fireh
dîtiye, xapandinan dîtiye, birakujî jiyaye, şerên navxweyî jiyaye, li
hev ketiye, lihev hatiye, şêhîd daye, pirr bûye kêm maye, ji hev
veqetyaye, li hev daye, li ser dijmin çûye, li ser xwe çuye, zêdetir jî
li ser xwe çûye, xwe rexne kiriye, duvre pê rexnedayînê hesiyaye, kulên
ku her zindî nikare bikşîne kişandiye, lê dawiya dawî xwe hesiyaye...
Kom bûye, li hev civiyaye, wek welatek, wek axek, wek erdnîgari, wek
netewek, wek xwedî rûmet û xwedîmaf warek, stuyê xwe ji ber xwe
rakiriyê, çavê xwe li aso gerandiye, dinya ronî, kedê şêhîdan wekî
ronahî dîtiye û ji bo avakirina axa xwe ya pîroz ji xewê rabûye.
Û bi vî halî, avabûna welatekî destpê kiriye... Ku bila îro ji dîrokê re bibe ayan, ew welat Kurdistan e...