MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Kolektîva Filman a Avakino a li Hamburgê, şemiyê êvarê 4 belgefilmên Kurdî nîşan dan. Dahata ji vê nîşandana filman jî kolektîfê dan Heyva Sor a Kurdistanê da ku bigihîne Heyva Sor a Kurd a Rojavayê Kurdistanê.

Avakino weke kolektîfa filman par hat damezrandin û gelek hunermendên sînemayê jî anîn cem hev. Ev çar belgefilmên hatin nîşandana jî li Navenda Çandê ya Amargî hatin nîşandan. Qederê 300 euroyî jî xelkê hatî li filman temaşe bike, bexşandin ji bo Heyva Sor û organîzatoran ev pere jî dan nûnerê Heyva Sorê.

Avakino filma Qelereş a derhêner Shukri Mahmood a li ser jiyana şêwekarekî Kurd, filma Konsepta min a bi gêl a derhêner Zanyar Muhammeddineko ya li ser şervanekî lingekî wî jêbûyî, filma Filma Çîroka yên mayî ya derhêner Rafiq Fuad Yarahmadi ya li ser serpêhatiya pêşmergeyekî li dijî DAIŞʼê şer kirî û li Ingilîstanê penaber e, û filma Nû Jîn a derhêner Veysî Atay nîşan da. Ev filma dawî li ser jiyana wan mirovan e ku di berxwendana Kobanê de cihê xwe girtine. Film qehremaniya jina Kurd di şer de nîne û li ser wê yekê hatiye avakirin, ka çawa tevî berdêlan hemûyan jî wan Kobanê bi cih nehiştiye. Ev film 48 deqîqeyan lehenigî û berxwedana YPG û YPJʼê di şexsê şervanan de nîşan dide.

Pirraniya wan Elman qederê 60 kesî li filman temaşe kir. Ji bo nîşandana filman heqê bilêtê nehat wergirtin û li şûna wê temaşekeran pere bexşandin Heyva Sor.