Li herêmên Girê Şik, Gumruk û Dola Mendî yên Bajêrgehê ya Geverê kuleyên herêmê bişopînin tên çêkirin û ji 1'emîn Fermandariya Sînor e jî avahiyên pêvek tên çêkirin. Hate ragihandin ku 600 leşkerên pirsanî yekîneyên taybet in li herêmê hatin bicihkirin. Hate zanîn ku li Girtê Berçelkî yê li Zozana Mêrgezerê ya nêzî gundên Xelkan, baştazin û Bêsitkê qereqola nû tê çêkirin. Li qereqolên Şitazin û Oremar jî xebatên bi hêzkirinê berdewam dikin û welatiyên ji navçeyê diçin herêma Dostkî û Oremarê ji aliyê leşkerên Qereqola Sînav ve rastî lêgerînekî dijwar re tên. Li nokteya lêgerînê ya Depînê ya di navbera Colemêrg û Çelê de tedbîrên gelek dijwar hatin girtin.

Hate zanîn ku nokteya tîmên taybet a derketina Geverê, Qereqola Miçîçê, Dûrê û Harunan nokteyên lêgerînê danîn. Hate gotin ku ji derketina Şemzînan li ser Pira Xiyanle û heta gundê li ser sînor ê bi navê Navberojan 15 nokteyên lêgerînê hatin avakirin. Welatiyên ji van nokteyên lêgerînê derbas dibin rastî pirsên "Hûnê van melzemeyan bibûn kû? Hûn çima diçin Herêma Federal a Kurdistanê?" tên û leşker erzaqan vala dikin. Ji ber ku di sala 2012'an de HPG'ê herêmê kontrol kir qereqolên nehatin çêkirin bi lez ji nû ve ew qereqolê tên çê kirin. Li gelek nokteyên herêmên Şîrvan, Bigîjnê, Mavan, Musekan, Çiyayê Govendê, Erguş û Avaşin bibînin qereqolên nû tên çêkirin. Hinek qereqolên herêmê tên bihêzkirin.

Xebatên îstîxbaratê

Cerdevanê nexwest navê xwe bide diyar kir ku xebatên ji bo operasyonekî bejayî ya dersînor tên kirin û wiha got: "Ji Şemzînan 2 cerdevan û ji Geverê jî melayek bi hinceta pîrozbahiyên Newrozê çûn herêmên Şêladizê, Sidêkan, Mirgesor û Qendîlê yên li Heremên Parastina Medya yê. Em hûnbûn ku wan dimenên Nexweşxaneya Dîana û 3 pirsên diçin Dîana kêşandin û teslîmî yekîneyên îstîxbaratê kirin.
Bi taybet tevgera leşkerî ya Rûbarok, Oremar û Çelê welatiyan bi guman dike û welatî, cerdevanên herêmê diyar dikin ev yek li dijî pêvajoyê ye. Cerdevanê nexwast navê xwe bide diyar kir ku ji Zozana Sîlo ya li herêma Rûbarêkê bi helîkopteran gelek leşker lê bi cih kirin. Welatiyan diyar kir ku demekê Zozana Sîlo ji pançar komkirinê re hate qedexekirin û di pêvajoya çareseriyê wan tu wate nedan vê qedexeyê û bang kirin ku Mirovên Aqilmend bên herêmê.

Sewqiyata leşkerî berdewam dike

Li herêma nêzî sînor  sewqiyata leşkerî berdewam dike û roja borî konvoya leşkerî ya ji 150 wesayîtan pêk tê ber bi herêmê Rûbarokê ve çû. Hate zanîn ku konvoya leşkerî ji yekîneyên sînor e hate belavkirin. Çêkirina qereqolên sînor berdewam dike û bi helîkopteran re muhîmat tê sewqkirin. Li herêmê tevgera Heronan berdewam dike û gelek caran balafirên şer li ser herêmê re difirin. 

DÎHA/COLEMÊRG