XALID EL-CUMA / ANHA / REQA

Serokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê sala nû wek saleke baş li gorî sala bihurî nirxand. Ji aliyê xwe ve xwendekarên Dibistana El-Farûq, teqez dikin ku ew ê siberoja xwe, xwe bi xwe ava bikin.

Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xedemî ji bo dibistanên Reqa û gundewarên wê bi cih tîne. Hejmara dibistanên ku îsal hatine vekirin û 114 hezar xwendekar pêşwazî kirine jî gihişt 317 dibistanan. Par li 283 dibistanan 75 hezar xwendekaran dixwend.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo biserxistina sala perwerdeyê ya îsal bi hemû keda xwe dixebite. Komîteyê ji bo gihandina mamosteyan ku hejmara wan gihaştiye 4 hezar û 350’an, li 3 herêmên cuda dewreyên perwerdeyê vekirin.

Li ser mijarê xwendekara bi navê Wîam Şêxo kêfxweşiya xwe bi sala perwerdeyê ya nû îfade kir û got: "Piştî qutbûna 5 salan, em ê xwendina xwe bidomînin. Bi vegera dibistanê re em gelekî kêfxweş in."