- Pêdivî ne tenê bi çêkirina berheman heye, lêbelê pedivî heye ku huner bibe bingehê hunerekî dîtir. Yanî karê hunermend ji karê şervanekî yan jî xebatkarekî ku ji bo vê şoreşê dixebite ne cuda ye. Heman berpirsyariya avakirina welat e.
DÎLAN KARACADAG
Herî dawî bi Nazê Nêrgiza Hewşê Mehmûd Berazî di nava muzîka Kurdî de xwe li tiştekîn din ê nû ceriband. Bê saz û dahol wî bi dengên mirovan rîtm û “saz” ji stranê re çêkirin. Beriya wê jî ji stranên Tîna Çiya, Şervano, Felaket im û Lo Kurdo Çêyo nîşan dabûn ku ew di karê xwe yê li Rojava de nexasim jî weke ekîp xwe li nûyê diceribîne, lê xwe ji kaniya xwe jî qut nake. Ew dibêje, “Lê ya min tenê, hewildan e bo ku tiştekî xweşik û bedew bo civakê çêkim.” Vê hewldana xwe di nava şoreşê de çawa dike, bi kê re dibe serî, em pê re peyivîn.
Kêfa xelkê gelek ji stranên te re tê. Çavkaniya karê te yê hunerî çi ye?
Karê min ê sereke yê ku dema min a herî zêde li ser derbas bûye û tecrûbeya min li ser çêbûye muzîka sînemayê ye, “sund track” e, an ku muzîka filman e. Ev kar taybetmendiyên wê ji stranan cuda ye, ji ber ku muzîka sînemayê herdem hêzeke taybet jê re divê, ji ber ku ew muzîk gotin û helbest pê re tine ne, mijar nayê gotin, nayê axaftin, her tim muzîk divê ew bixwe rewşê çêke, bi hêza xwe xwe bîne ziman. Heger hestewarî be divê ev hestwearî piştgiriyê bide wê, an carianan dibe ku dîmen ne hestewar be lê divê tu rewşeka hestwearî çêbike, an strêsê çêbike, an jî rewşeka destnîşankirî biafirîne; an ku di rêya muzîkê re nameya dîmenê bêye dayin. Her di vî karî de ez xwedî ezmûn û serbihurî me, dema ku di berhemekê yan jî di stranekê de bixebitim ku gotin pê re hebe, helbest pê re hebe, ew rol, di heman demê de, him hêsantir dibe û him jî têrûtije dibe. Mînak, dema ku di hevokekê de gotin hestewar be alternatîf bo hestên cuda pirr in, tu dikarî, bi awayekî, him bi wê gotinê mirov bi hêz bikî, bi hest bikî, yan jî wî aciz bikî; ev jî girêdayî hindek zanistên muzîkê ne, hindek nota ne, heger tu karibî bi van ziraviyan dakevî, teqez tu yê karibî rewşeke cuda biafirînî yan tu dikarî piştgiriyeke pirr baş bidî rewşa heyî.
Ji ber ku her hunermend bixwe mîkseke ji gelek tiştên ku berê li wan guhdarî kiriye, yanî gencîneya wî ya ku jêdera hêza xwe û hestê xwe jê bigire, pêk tîne. Çi muzîkjen bixwaze karekî muzîkane yê baş bike, helbet divê li çand, huner û folklorên cuda yên gelên dîtir guhdarî kiribe. Min jî pirr guhdarî li wan kiriye, dema ez guhdarî dikim rengek ji muzîkê di serê min de ava dibe. Lê ya herî girîng dema ku tu li ewqas muzîkên gel û civakên din guhdarî dikî ku ewqas ezmûn û tecrûbe tevî asteke bilind a serketinê, tu dixwazî muzîka te ya Kurdî jî bigihîje asteke wisa. Tevî ku esas, di rewş û asteke wisa re derbas bûye jî, lê hindek rengên taybet hene tu dixwazî di wan astan re jî derbas bibe. Dibe ku min hez kir carinan muzîkeke wisa bibihîzim, lê min nedît kesekî muzîkek bi vî rengî çêkiriye. Lewre min xwest vê muzîkê çêkim û bi pêş bixim, ka ez bi ser ketim yan na, encam hîna ne xuya ye. Lê ya min tenê, hewildan e ji bo ku tiştekî xweşik û bedew ji bo civakê çêkim.
Lêkolînên min ên herî zêde li ser dengbêjî û stranbêjiya gelêrî ya Kurdistanê ne. Di wî warî de ku jê fêm bikim, rêbazên wê çi ne. Mînak, dema ku melodiyeke ritmî dixwazim, dikarim hêza xwe carinan ji deşta Mêrdînê bibim. Heger bixwazim melodiyeke bêrîtm bi kar bînim û tenê qirik bi rola rîtmê rabe, ez berê xwe didim herêma koçeran, a Botanê. Yanî çawa karibim teknîka bingehîn a muzîk û stranbêjiyê ya ku li Kurdistanê çêbûye, di karên xwe de bi kar bînim û bikime berhemeke nûjen ku gel karibe lê guhdarî bike? Bi wateyeke din, dibe ku xwe dixime şûna kesên afirîner ên herêm û çandên cuda yên Kurdan.
Çêkirina huner di nav şoreşê de tiştekî çawa ye?
Dema ku mirov, weke kes an jî beşek ji gelekî, an ji civakekê hest bike, yan jî xwe kurê demekê bibîne, di nav bûyerêkê de ye û baweriya wî bi wê bûyerê tê; helbet dê hêza wê ya mirovan, a hunerî, ya dîrokî, û ya welatparêzî û welatperwerî, welatperweriyek girêdayî erdnîgariyê hemûyî, ne tenê em bibêjin ev welatê dê bibe Kurdistan an na, mirov kurd be yan na, ev bajarê ez lê ji dayik bûme yan na, an ku pêwîst e mafdariya vê pirsgirêkê bê diyarkirin. Mirovê li ser vê erdnîgariyê xwedî maf in, xwedî çandeke cuda ne, xwedî hunerekî cuda ne, xwedî maf in ku aniha bidest xisitine. Dema ku di nav vê azadiyê de ne, ev dibe bar li ser milê min, û xwe berpirsyar dibînim û dibim beşek ji vê şoreşê, ji vê guhertinê û ji vê serhildanê, her kes dibe ku karekî di hundirê vê rewşê de bi roline cuda bike. Ji zarokan hetanî bi dayikan xwe di nav vê jiyanê de dîtin, di nav êş û azarê de, û di heman demê de di nav şahiyê de jî, di nav vê azadiyê de, mirov jî li ber vê kevalê yan jî li ber vê neynikê cil û bergekî li xwe dike û rûdêmên wî jî zelal dibin; helbet muzîkjen jî dê di rêya rûdêmên xwe re nameya xwe diyar bike.
Bawerîyek li cem min heye. Her şoreşek civakî li ser erdê şoreşek hunerî bi xwe re ava dike. Ew şoreşa hunerî, serketin û neserketina wê ji çi tê, bingehê xwe ji ku digire, him bingehê xwe a hunerî û him jî ya fikrî û ya bawermendî? Divê mirov girîngiyê bi vê pirsê bide, çi ku gelek bûyer li Kurdistanê qewimîne û şoreş li dar ketine, lewre bûne sedemên çêbûna hunerê carinan. Lê ji ber ku ew huner, di dema xwe de, di bingehê xwe de ne bi awayekî rijd hatiye çêkirin, nikarîbû bibe hunerekî domdar. Heger şoreşek hunerî xwedî bingeheke xurt be, zûbizû naşike. Ew her didome û dibe bingeh ji bo şoreşeke hunerî ya nû. Hindek bawerî hene mirov bi wan dijî. Ez kurê vî welatî me, welatê min di rewşeke pirr zehmet re derbas dibe û di qonaxeke cuda ya dîroka Kurdistanê de cihê xwe digire. Ji ber wê berpirsyariya li ser milê hunermend ji her demê zêdetir e. Pêdivî ne tenê bi çêkirina berheman heye, lêbelê pedivî heye ku huner bibe bingehê hunerekî dîtir. Yanî, dema ev hunerê ku em li ser dixebitin bibe bingeh û hunerek yan dîrokeke dîtir bo siberojê, maneya vê ew e ku karê hunermend ji karê şervanekî yan karê siyasetvanekî yan jî karê xebatkarekî ku ji bo vê şoreşê dixebite ne cuda ye. Heman berpirsyariya avakirina welat e. Lê gerek em ji bîr nekin ku ev şoreş bêhnek xwe ya bi navê azadiyê bi xwe re anî û hişt ku em deyndarê xewnên wan kesan bin ku azadî kirin xelat û diyarî me kirin.
Tu demekê li Bakur jî mayî, gava tu karê hunerî ê Bakur û Rojava didî ber hev, tu dikarî çi bibêjî?
Dema tu li Bakurê Kurdistanê, û li vê herêma Rojhilata Navîn tevde, muzîkjen bî, yanî divê tu muzîkjenekî baş bî, ji ber ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi giştî cihê hunermendên baş in, bi kêmanî kesên ku li amûran dixin divê yên herî serketî bin. Lê li Bakurê Kurdistanê, li gorî texmîna min, cudahiyek heye, carinan tiştekî girêdayî neazadiyê heye, ew dihêle ku carcaran baweriya mirov bi wî kêm bibe. Di vê rewşa zehmet de û dema ku tu bi zimanê xwe neaxivî yan jî bi zimanê xwe xewnan nebînî tu yê nikaribî hunerê baş ava bikî, lê her kes li ber vê rewşa aloz têk neçûye.
Li Rojavayê Kurdistanê ev rewş cuda ye, nemaze piştî şoreşê, ji min bigire hetanî ciwanên ku li gel min kar dikin, wateya azadiyê di nava xwe de baş fêm kirine, ji ber ku azad dijîn. Dema ku mirov di rewşeke azad de huner çêke, pirr dizane hevaltiya xwe bîne ziman, pirr dizane evîna xwe bîne ziman, ji ber ku her tişt bi rengekî serbest bêyî fişar ji jiyana mirovan diherike. Jixwe, ziman li Rojavayê Kurdistanê baş e, pirsgirêkên wê tine ne. Lê di warê teknîkê de hinekî li paş mabû, ji ber wilo jî birçîbûnek di warê hunerî de heye. Ciwanên li Rojava yên ku dixwazin karê hunerî serketî ava bibe, daxwazeka wan a pratîk heye. Ev xala dawî cihê cihêwaziyê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye; li bakur perwerde dihate dayîn yan jî du salan bi ekîpekê re xebat çêdibû, pirr fêr dibûn lê di pratîka xwe de qels bûn. Li Rojava tiştekî wisa tine ye, dema ku ciwanek fêr dibe, pirr dixwaze di pratîkê de gavine bi lez biavêje. Ew jî bandora wê pirr xuya ye. Di demeke kurt de berhem ne tenê bi min çêdibe, bi van hemû ciwanên ku bi min re dixebitin çêdibe. Heger ne bi wan re be, berhem çênabin. Jixwe berhemên navdar û pirr baş û gelekî xelkê ji wan hez kir, ku di demeke kurt de çêbûn, xwe şirove dikin. Jixwe, ev yek tiştekî nîşan dide ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên muzîkjen ji koka hunerê xwe ya afirîner a resen qut nebûne. Çawa ku bav û kalên me di civakê de bi rengekî xwezayî di odeyan de, di şahî û zemawend û şîniyan de stran diafirandin û ruhekî afirîner yê hunerî li cem wan hebû, ciwanên me jî ji ber ku ji zimanê xwe qut nebûne, ew ruhê afirîner li ser koka xwe şîn hatiye.
Tu dizanî ne wilo, gelek hezkiriyên te hene, dibêjin, baş e ku Mehmûd Berazî heye…
Ew ciwanên Kurd, ew hezkiriyên vî hunerê ku em diafirînin, ji ber ku demeke dirêj ji hunerê xwe qut in, ji koka xwe ya hunerî, ya kelepûrê û ya hunerî dûr in. Ji ber ku di bin fişarên bişaftinê de û guhertina civaka teknîkî ya ku bi pêş ketiye, dimilmilin, ev giş bûne sedema ku ciwan ji hunera bav û kalan a resen qut bibin. Gava ku tu bi pergaleke nêzîkî ruhê van ciwanan bibî, ji ber ku em jî ciwan im, min hest kiriye ku bandora hinek kesên ku di destpêka min hunerê xwe ava kir wek mamoste Yûsif Berazî û mamosteyên mezin ên Rojava li ser min hebû. Wan rê da ber me ku em li kokê vegerin. Min jî xwest ku di rêya xwe re van ciwanan hişyar bikim û hunerê wan, ê ku yê wan e, bi ruhekî vê demê bînim ber destên wan. Ango, hezkirina wan ji hunerê wan re ye, lê bi tiliyên me hatine nûjenkirin li gorî wan, li gorî êşa ku ew tê de ne, di dema ku tê de dijîn û li gel derfetên berdest.
Xewn û hêvî yek bin
Ji bo karê xwe yê bi Şêro Hindê û temamkirina hev ew dibêje, “Çaxê ku hestên me, fikrên me, daxwaz û xwestekên me, lêgerîn, lêkolîn, avakirin û afirînerî di rêyekê de gihîştin hevûdin, jixwe dem ne ya herî girîng e. Dibe ku ev bîst sal in em hevûdin nas dikin, lê ev tiştên hevbeş ên ku me digihînin rêyekê ya xwesteka geşkirina wî ruhê afirîner e. Ew ruhê afirîner bi sedê salan di nav hunerê Kurdî de hatiye afirandin û civak têr kiriye bi huner, bi çanda dengbêjiyê û ya kelepûrê, bi hemû jêder û ziraviyên xwe yên zengîn. Ew lêgerîna me ya gav bi gav, a bi hev re, ya hevbeş ji bo naskirina vê kelepûrê, şirovekirina vê kelepûrê û hestkirina bi vê kelepûrê, kir ku em hevkariyê bidin hev, em ji hev re pêşinyazan bikin. Carinan çirûska bîrokeyekê ji cem yekî ye û yê din dewam dike, û carinan ruhek li cem yekî geş dibe û yê din zengîn dike û piştgiriyê dide wî. Ango xewn û hêviyên me çaxê ku yek bin, em dikarin tiştekî afirîner bi hev re ava bikin.
Navendek ji bo kelepûrê
Ji bo projeyên li pêşiya xwe jî Mehmûd Berazî dibêje, “Aniha berhemek ber bi dawî ve hat, belgefilmek li ser Dengbêjên Şengalê ye. Derhenêriya wê Şêro Hindê kiriye. Belgefilm bi navê “Evîn di rûyê qirkirinê de” ye. Jixwe belgefilm behsa vê yekê dike, çawa stranên dengbêjan ên resen ên herêma Şengalê, tevî ku stranên evînî ne, behsa evîn û hezkiriyan dikin, lê di nav xwe de, di nav wan rûpelên stranan de, ew êşên gelê Êzîdî yên bi sedê salan, ew qirrkirina ku bi serê wan de hatiye, wek belgeyekê di nav stranên hezkirinê de bi cih kirin. Em dibêjin, stranên evînê bûne çavên şopdar ên qirkirin û êşa ku li gelê Êzîdî hatiye kirin. Li aliyekî hezkirin di hundirê stranê de têrûtije ye û li aliyê din jî êşa gelê xwe tîne ziman û dibe wek belgeyekê li dijî wan komkujiyên.
Aniha em amadekariyên avakirina navendeke kelepûrê li Rojava dikin, karê vê navendê dê danehev û parastin be, û di heman demê de jî dê afirandin be, di aliyê nivîskî de dê karê danheva kelepûrê bibe, û her wisa dê berhemên kelepûrî jî bêne pêşkêşkirin. Ev dengbêjên temenmezin, ev kesên ku hîn sax in, em dê hewl bidin ku wan dengan tevde qeyd bikin û bikin stran, belgefilm, pirtûk û pêşangehên cilûbergan. Aniha em ekîpê didine ser hev û cihan amade dikin û di demeke nêz de em dê vekirina wê ragihînin.
Karên me yên ji bo siberojê, jixwe, di hundirê salekê de hûn dê bibihîzin, me muzîka gelek filman çêkiriye.”