KELSÛME ELÎ / LÎNA CENGÎZ / ANHA/QAMIŞLO
Şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo û hindek gundên derdorê ji ber kêmbûnan nan bi gilî û gazin bûn. Tenê firinekê ji bo navçeyê nan çêdikir û nan têra şêniyan nedikir. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Mala Kooperatîfan a navçeya Girkê Legê, projeya avakirina firinekê danî. Piştî erêkirina aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser, dest bi projeyê hate kirin û ev proje bi dawî bû. Kooperatîfa Firina Avaşîn a navçeyê nanê 24 gundan peyde dike. Firinê ji nîvê meha Adarê ve dest bi hilberînê kiriye û rojane ji rêjeya 2 ton ard nan çêdike. Di kooperetîfa firinê de 125 malbatên şehîdan şirîk in. Hejmara paran 207 û buhaya her parekî 125 lîreyên Sûriyê ye.
Em ê hilberînê zêde bikin
Firina Avaşîn, rojanê pêwîstiyên şêniyên taxên navçeya Girkê Legê tevî 24 gundên girêdayî wê peyde dike. Her wiha firinê derfetên kar ji 10 kesan re peyde kirine.
Xebatkarên firinê diyar dikin ku ew hewl didin firinê berfireh bikin û hilberînê zêde bikin da ku pirsgirêka nanî bi temamî çareser bikin.