Piştî ku deriyekî Bendava Dîcle teqiya, Çemê Dîcle qederê 6 metroyan bilind bû û di serî de Baxçeyên Hewselê, gelek zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Hat diyar kirin ku ji ber barana zêde ya rojên dawî, bi armanca hevsengiya ava zêde ya Bendava Dîcle ya navçeya Gêlê a Amedê, 3 deriyên bendavê pêr bi şev hatin vekirin. Piştî demekê deriyek ji wan teqiya û li ber avê çû. Ji ber bilindbûna Çemê Dîcle, 2 deriyên bendavê tên girtin û bi awayekî pirr zêde av ji bendavê diherike.

   

Beşek ji rêya bendavê ji ber ava bi şid hilweşiya û pira Dîcle ya nêzî bendavê jî dibe ku hilweşe. Ava ku da ser daristanê, hinek dar ji kokê rakirin. Li gorî agahiyên ji rayedaran, ava çemî 6 metreyan bilind bûye û 9 metreyan jî fireh bûye. Axir avê da ser Baxçeyn hevselê jî.  Hat diyarkirin ku li aliyê din jî Bendava Devegeçîdî jî mîna Bendava Dîcle pirr tije bûye.

 

MA / AMED