Piştî ku 10ʼê Hezîrana 2019´an Bendava Ilisu ya li dehma gundê Germavê yê Kerborana ser bi Mêrdînê dest pê kir û av gewimand, wê avê hêdî hêdî da ser gelî û gundên ji Germavê û berjor. Hema li kêleka Germavê, ji nava zeviyekî ku Bendav jê xuya bike, di kolanên arkeolojîk de cihê şên ê kevintirîn ê tê zanîn ê mirovatiyê hat dîtin û teqrîben hezar salekî kevintir e ji Xirbereşkê. Piştî kolanê, ava bendavê da ser wê jî. Û av niha hêdî hêdî dide ser Heskîfa ku berf lê bariyaye. Koordînasyona Heskîfê banga xwe ya têkoşîna li dijî vê bendavê pirr carî dike; ew wêneyên ava dide ser Heskîfê û banga, “bila ev nebe zivistana dawî ya berf pê li Heskîfê dibare” bi hev re digihîne raya giştî. 

 

 ÊLIH