Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, operasyona azadkirina Şengalê, siyaseta PDK'ê ya li ser Şengalê, mijarên rojane yên li dora Şengalê tên nîqaşkirin, siberoja Şengalê û ji nû ve avakirina Şengalê ji ANF'ê re nirxand.

Avesta di destpêka axaftina xwe de azadiya Şengalê li tevahiya gelê Êzîdxanê, gelê Kurd, li jinan û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û got, "Di şexsê Dilgeş, Berxwedan, Canfeda, Pîrdogan, Vînar, Armanc û Nevrezan de hemû lehengên di oxira azadkirina Şengalê de şehîd ketin, ez bi rêzdarî bibîr tînim.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta dagirkirina Tebaxa 2014'an a Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bibîr xist û da zanîn ku bi berxwedana gerîlayên HPG/YJA Star û şervanên azadiyê, pêşî li komkujiyeke mezintir hatiye girtin û wiha pêde çû: Bi pêşengiya HPG/YPJA Star, YBŞ/YPJ Şengal û bi beşdariya pêşmerge û hin komên din ên şoreşger re pêngava berxwedanê hate bi ser xistin.”


‘DAIŞ wê ji hemû qadan bê derxistin’

Avesta diyar kir ku azadkirina Şengalê hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Iraq û Sûriyeyê ji bo azadkirina cihên din ên di bin dagirkeriya DAIŞ'e de divê rast bê xwendin. Avesta destnîşan kir, ku eger ev pêngav bi vê hêz û leza xwe bidome, wê DAIŞ bi hêsanî ji hemû deveran bê derxistin.


‘Hêzên hevpar bên avakirin’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, ji bo cihên mîna Şengalê yên xwedî gel û baweriyên cuda, divê bi beşdariya hemû aliyan hêzên parastinê yên hevpar bên avakirin. Avesta derbarê avakirina hêzên hevpar de jî got: Ev hêzên xwecihî yên werin avakirin, girîng e karibin civaka xwe li hemberî hemû êrîşan biparêzin."


‘Divê gel xwe bi xwe birêve bibe’

Avesta diyar kir ku edî li Şengalê divê gel xwe bi xwe birêve bibe û got: Li Şengalê bi avakirina Meclîsên Gel, saziyên sivîl û hêzên parastinê, asteke bi vî rengî derketiye holê. Ya ku divê bê kirin, xurtkirina vê ye. Hewce ye hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî û civatên Êzidî jî vê rêxistinbûyînê xurt bikin.”

Avesta derbarê pêngava rizgarkirina gundan da ji wiha peyivî: “Piştî rizgarkirina Şengalê ji bo rizgarkirina gundan pêngava gerîla û YBŞ'ê dewam dike. Ev gund bi qasî Şengalê mezin in. Mîna Koço, Til Qeseb, Siba Şêx Xidir, Til Izêr, Girzerik bi dehan gund di destê DAIŞ'ê de ne. Ji ber vê yekê divê ev operasyon neyê sekinandin û bidome."


‘PDK bi nankorî nêzîk bû’

Derbarê hewldanên înkarê yên PDK û medya ser bi wê ve, Avesta got, "Bi taybetî operasyona li Şengalê û serketina bi dest hat xistin, di medya PDK'ê de bi nêzîkatiyeke şaş hat berevajîkirin. Xwe lê kor kirin. Înkar jî kirin. Nêzîkatiyeke nankorî nîşan dan."

Avesta, daxuyaniya Mesûd Barzanî ya derbarê Şengalê de jî rexne kir û got: “Birêz Mesûd Barzanî jî wisa kir, nêzîkatiyên ne rast in. Aşkera ye ku xwediyên van gotinan bi xwe tengav bûne. Ji ber ku heman rojê, saziyên din ên medyayê pêşengiya HPG, YJA Star û YBŞ'ê bi dîmenan nîşanî tevahiya cîhanê dan. Her hal wan jî fêm kiriye, ku wan şaşîtî kiriye."


‘Gelê Êzîdxanê wê biryarê bide’

Li ser nîqaşên 'Gerîla wê derkeve yan na? Eger derkeve wê kengî derkeve?' ku li derdora PDK´ê û medya wê tê meşandin, Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ev bersiv da: “Kengî xaka Êzîdxanê bi temamî azad bû, kengî gelê me li xaka xwe vegeriya, kengî li ser vê xakê jiyaneke nû ava bû, kengî bi vîna xwe dest bi jiyanê kir; kengî gelê me li ser vê xakê bû xwedî vîn, rêveberî û xweparastinê, hingî gelê Êzîdxanê wê biryara vê bide. PKK wê biçe yan bimîne? Biryara vê yekê wê ji aliyê gelê me ve bê dayîn."


‘Şengal wê jinûve were avakirin’

Avesta got, pêwîst e Şengal jinûve were avakirin û got: “Li gorî agahiyên gihaştine me, ji sedî 70´ê bajêr hilweşiya ye. Ji bo jinûve avakirina Şengalê pêwîst e beriya her tiştî gelê me yê koçî cihên din kiriye, vegere Şengalê. Divê her kes di pêvajoya avakirinê de cih bigire. Ji bo jinûve avakirina bajêr, pêwîst e ku saziyên siyasî û îdarî bên avakirin û sîstema parastinê şert e."

Avesta herî dawî bang li tevahiya ciwanên Êzîdxanê, jinan û tevahiya gelan kir da ku Şengala azad biparêzin û ji nû ve ava bikin.



CÎHAN OZGUR/ANF/BEHDÎNAN