Li gorî nûçeya ANF’ê Fermandarekî Pêşmergeyan ku nexwestiya navê xwe eşkere bike, ragihandiye ku rojnameger Gazal Avanaş (Aysel Avesta) ji roja ku radestî îstîxbareta PDK’ê hatiye kirin ve, dest bi gireva birçîbûnê kiriye û destûrê nade bê dermankirin. 

Herwiha li gorî ku Fermandarekî Pêşmergeyan ragihandiye, her ku diçe rewşa Gazal Avanaş  ya tenduristî nebaş dibe.

Di 19’ê Gulanê de, dema ku Rojnameger û pêşkêşvana Sterk TV Gazal Avanaş ji Şengalê diçû Laleşê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hat binçavkirin û heya niha nayê zanîn li kû derê tê girtin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN