Kî-moon got, divê di mijara germahiya global de serokên hikûmetan bi rola pêşengiyê rabin û divê berdana nava atmosferê ya CO2´yê bi kapasîteya mijandinê ya erdê re bibe yek. Kî-moon got, germahiya global divê di dawiya vê sedsalê de di bin 2 dereceyan de bê hiştin û guherîna avhewayê bandorê li ser jiyana bi mîlyaran mirovî dike.
Kî-moon biryarên ku di konferansa avhewayê ya sala 2009’an de hatine girtin bi bîr xistin û ji nûnerên hikûmetan xwest ku piştgiriyê bidin Fona Kesk a ku berê soza wê hatibû dayîn. Kî-moon diyar kir ji bo butçeya salane ya 100 mîlyar dolarî divê hikûmet piştgiriya pêwîst bikin. Bersiva yekemîn ji Fransayê hat; Franra sala 2015’an ji Civîna Avhewayê re malovaniyê dike. Fransayê got, ew ê salê milyonek dolar li Fona KESK razîne.
Di civînê de li gel cîhana aboriyê, saziyên civaka sivîl û rêveberiyên herêmî xebatên lobiyê kirin. Saziya World Vision a ku alîkariya zarokan dike, daxuyaniyek da û got, li welatên xizan pêwîstiya zarokan bi xwedîkirineke baş heye û divê pişta cotkarên welatên xizan were girtin.Şaredarên bajarên mezin ku tevlî civînê bûn jî diyar kirin ku ji ber zêdebûna nifûsê rêjeya karbondîoksîtê jî zêde bûye û divê ev rêje bê kêmkirin.
Welatên rojavayî hewl didin ku ji sala 2020’an şûn ve li ser peymanekê li hev bikin ku ji bo hemû welatên cîhanê lê be. Ji bo pêkhatina vê peymana nû ya ku dê bikeve şûna peymana Protokola Kyoto ya 1997’an li bajarê Japonyayê Kyotoyê hat îmzekirin, di 5 salên dawî de di civînan de encamek nehat girtin. Di civîna 2015’an a li Parîsê de hedef ew e ku der barê karbondîoksît û gazên tesîra serayê de biryarên polîtîk bên girtin.
NEW YORK