Piştî ku li bajarê Helebê şer destpê kir, gelek kargehên mezin û terzîxaneyên cilan neçar man alavên xwe veguhezînin cihên bi ewle.
Terzîxaneya Awaz jî di 2012’an de, ji bajarê Helebê veguhezî Kantona Kobanê û li wir derfetên kar li pêşiya ciwanên bajêr vekir.
Dema ku şerê Kobanê destpê kir, terzîxane 6 mehan hat rawestandin. Piştî ku bajarê Kobanê hat rizgarkirin, terzîxane hat vekirin, lê berhema wê ji sedî daketiye 60´î. Niha 25 ciwan li terzîxaneyê dixebitin. Berhemên ku ji wir tên çêkirin li nava bajêr û li herêmên din ên wekî Minbic, Sirîn û Girê Sipî jî têne firotin.
ZANA SEYDÎ / ANHA / KOBANÊ