Belgefilma Awaza Xweda, li Festîvala Navdewletî ya Filman a Silêmaniyê tê nîşandan. Derhênerê navdar ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Arif Mihemed, bi rêya vê belgefilmê jiyana hunerî ya hunermendê navdar Seyid Qedemyar, ku temenê wî gihîştiye 120 salan, vedibêje.
Film di heman demê de çand û rêûresma Yarsaniyan jî nîşan dide, ku heta niha jî dikarin reseniya çanda xwe biparêzin.
Di vê fîlmê de ji bo muzîk û stranan cihekî mezin hatiye veqetandin. Li gel wê jî bi dehan kesên dengxweş ên wê herêmê stranên xwe dibêjin.
Amûrên tembûr û defê wek ku hêmayên muzîka wê deverê ne, di filmê de jî derdikevin pêş.
Belgefilma hanê saetekê dikişîne, û di filmê de zimanên Kurdî û Farisî tn bihîstin. Axir bi amadebûna derhêner, film li Festîvala Navdewletî ya Filman a Silêmaniyê tê nîşandan.
SILÊMANÎ