Stanbêj û muzîkjenê Awusturalyayî Les Thomas ji bo piştgiriya Rojava û ji bo rûreşkirina xiyaneta hêzên navneteweyî gotinên stranekê nivîsîn, awaza wê çêkir û piştî ku klîpa wê jî amade kir, bi pêşnivîseke li ser ekranê vîdeoya klîpê weşand.
Di vê pêşnivîsê de ew behsa şerê Kurdan li dijî DAIŞ´ê, fedekariyên wan û Şoreşa Rojava dike.
Hunermendê ji Melbourneê navê The Great Betrayal (Xiyaneta Mezin) li strana xwe kiriye. Ji bo sedema çêkirina xwe ew dibêje, “Heger demeke piştgiriya gerdûnî hebe bi miletê Kurd re, ha ew dem niha ye. Ji ber ku dagirkeriya dewleta Tirk û bûyerên pê re û ji hingê ve tehlûkeya qirker nîşan dide ku wê tevahiya fedakarî û bigorîbûnên bi dehan salan ên ji bo avakirina civakeke adil û wekhev, tine bike. Ez hêvîdar im ku ev stran rewşa Kurdan bigihîne xelkekî berfirehtir û îsbat bike ku gelek mirov hene li dinyayê ku Kurd xema wan in û ew dixwazin ku modela wan a îlhamdêr ewle û geş bibe.”
Xiyaneta mezin nikare bê jibîrkirin
Beşa dîsgotinê ya stranê wiha ye:
The great betrayal, it cannot be forgiven
Don’t let the Kurds be cut down after all
Stand beside the heroes of Rojava
Don’t turn your eyes away, don’t let them fall
Xiyaneta mezin nikare bê jibîrkirin
Nehêlin piştî hemûyî Kurd bên birrîn
Li cem qehremanên Rojava bin
Çavên xwe nedin aliyekî din, nehêlin
ku ew bikevin!
NAVENDA NÛÇEYAN