Awazeke nû ya Demirtaş: Ne tirse, biqîre!
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş ku di girtîgehê de tim tiştên nû diafirîne, vê carê jî bi dengê xwe stran çêkir, got û weşand. Selahattin Demirtaş ku ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kampanyaya hilbijartinê bi rê ve dibe, beriya hilbijartinan bi 11 rojan ji dengê xwe stranek weşand. Gotin û muzîka stranê ya li ser hesabê Twittera Navenda Giştî ya HDP’ê hat parvekirin, ên Demirtaş in. Gotinên strana Demirtaş wiha ne: “Ne tirse, biqîre. Ku çênebû bang li Xizir bike, Xizir di dilê te de ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN