Hunermenda Seramîkê Tugba Er, bi xebata ‘Di portreya jinan a AGENA ya çûkan’ perwerda hunerê da şêwekarên piçûk û bi vê pêşangeh vekir. Pêşangeh armanc dike ku di mijara azadî û jinê de hişmendiyê ava bike.
Tugba Er destnîşan dike ku pêşangeh nîşaneya bêsînorkirina hunerê ya bi destên piçûk e: “Em hêvî dikin ku zarok siberojê bibin kesên azad û biryarên xwe bi xwe bidin. Nêrîna zarokan a hunerê li gorî mezinan kûrtir e û bi pêşangehê me ji nêz ve şahidiya vê kir. Ez dikarim bibêjim, piştgiriya zarokan ji min zêdetir bû. Hêza xeyala wan gelek dewlemend e. Huner bi wan re zimanekî din dipeyive. Çawa ku huner tiştekî bê sînor û azadiyê temsîl dike, jin jî wisa ye.”
Tugbayê ji bo şêwekarên piçûk Gaye Keklîk, Duru Hayal Karakaş, Sevban Selîm Şahîn, Îrem Uzun, Tugçe Uzun û Hîra Nur Kizilsuyê serketin xwest.
MERSÎN